Duşem, Çile 25, 2022

Forûma rojhilatê Behra Spî

Di forûma rojhilatê Behra Spî de hate pêşniyarkirin ku Îmarata Erebî jî tevli vê forûmê bibe tevî ku ew ne welatekî li ser Behra Spî ye. Forûma rojhilatê Behra Spî di sala 2019’an de hate damezirandin û navenda wê li Qahîreya Misrê ye. Lê der barê tevlêkirina Îmarata Erebî ji bo ku em bersiva vê pirsê nas bikin divê em behsa hin tiştan bikin.

Der barê têkiliyên Yewnenistan û Îmarata Erebî de hin pêşketinên berbiçav çêbûn û gelek peymanên leşkerî, siyasî û aborî di navbera herdu welatan de hatin imzekirin. Balkêş e ku ev peyman di demeke wiha de hatin kirin ku nakokiyên di navbera Enqere û Atînayê de gelekî gur û aloz bûne, bi taybetî jî piştî lêgerînên Tirkiyeyê ên li herêmê ji bo gaza xwezayî.

Ji alî Îmarata Erebî ve jî ew di meseleya dijberiya bi Ixwan el Muslimîn re bi Tirkiyeyê re di nava nakokiyan de ye û dixwaze ku bandor û rola Tirkliyeyê ya li Rojhilata Navîn kêm bike. Her wiha Îmarata Erebî dixwaze ku wekî bersiva ji bo hebûna bargehên leşkerî yên Tirkiyeyê ku li Qeterê bicih kirine, ew jî bargeheke leşkerî li Yewnenistanê ava bike.

Bi gotineke din mirov dikare bêje ku ev forûm wekî hevgirtinekê ye li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê  yên li Rojhilata Navîn e. Wiha xuyaye ku Îmarata Erebî dê piştgiriya projeya (East Mead) bike ya veguhestina gaza xwezayî ya Israîl, Yewnanistan û Qibrisê bo Ewropayê bêyî ku di Tirkiyeyê derbas bibe. 

Ev projeya veguhestina gaza xwezayî ji alî Amerîkayê jî ve tê destekirin ji ber wê wekî rikberiyekê ji bo veguhestina Rûsyayê ya gaza xwezayî bo Ewropayê, hesab dike.