24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Foza Yusuf: Tirkiye qanûnên navneteweyî bin pê dike

Tirkiye gelek caran îdiayan belav dike û dibêje ku YPG û HSD’ê êrişî sînorên wê dikin.  Di her îdiayekê de YPG û HSD’ê bersiv dide û teqez dike ku ev îdia derew in û ne di cih de ne.

Têkildarî mijarê endama Desteya Hevserokatiya PYD Foza Yûsif diyar kir ku ev îdia bi awayekî plankirî têne kirin û wiha got: “Dewleta tirk beşin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, rojane sûcan li dijî niştecihên li herêmên dagirkirî pêk tîne, rojane sivîlan qetil dike, direvîne, destdirêjiyê li wan dike. Her wiha demografiya herêmê diguhere û pê re jî çandê diguhere.”

Qanûnên navneteweyî bin pê dike

Foza Yûsif da zanîn ku armanca sereke ya Tirkiyeyê ji belavkirina van îdian ew e ku sûcên li dijî niştecihên herêmên dagirkirî  û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne binixumîne û wiha pê de çû: “Ji bo ku van sûcan binixumîne, siyaseta ragihand û şerê taybet dimeşîne û îdia dike ku ew di bin zextên êrişan de ye û xwe diparêze. Lê ya rast dewleta Tirk êrişên qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û tevahî qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike.”

Foza Yûsif daxuyand ku armanca duyemîn a dewleta tirk ji şerê ragihandinê û îdiayên nerast ku belav dike ew e ku amadekariyên êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Foza Yûsif got, Tirkiyê bi belavkirina van îdiayên derew hewl dide ku zemîn û rewabûnê ava bike da ku êrişên nû li dijî herêmê bide destpêkirin.

Foza Yûsif destnîşan kir ku Tirkiye tevahî beş û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zarok beriya bi çûkan dike hedef û got, hovîtiya wê di hedefkirina apê Yûsif Gulo û neviyên wê û êrişên dawî yên li ser Kobanê û Zirganê de aşkere dibe ku di encamê de zarok û jin hatine qetilkirin.

Dixwaze eniyeke nû veke

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku armanca sêyemîn a Tirkiyeyê ji van îdiayan ew e ku bandorê li raya giştî ya cîhanê bike û wiha axivî: “Dewleta tirk hewl da êrişan li ser herêmê pêk bîne, an ku eniyeke nû veke da ku krîzên xwe yên navxweyî derbasî Sûriyê bike û raya giştî ya li ser bûyerên ku li hundirê Tirkiyê diqewimin, dûr bixe. Lê rewşa giştî ya cîhanê ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê derketin, ji ber ku Tirkiyê nedikarî dewletên ku destwerdana li aloziya Sûriyê dikin û civata navneteweyî bi vê yekê îqna bike. Lew ra îstîxbarata Tirk mîna van îdian belav dikin.”

Foza Yûsif da zanîn ku bûyerên ku li dirêjahiya xeta sînor diqewimin lîstokeke ku ji aliyê îstîxbarata tirk, artêş û çeteyên wê ve têne kirin, armanc ji vê lîstokê ew e  ku şêniyên li gundên sînorî bitirsînin û gundan vala bike.

Foza Yûsif bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û dewletên herêmî ya li hemberî sûc û êrişên dewleta Tirk û got, ev bêdengî encamên lihevkirinêne ku rê li ber Tirkiyê vedike da ku van sûcan bidomîne.

Hêza navneteweyî jî berpirsyar e

Endama Desteya Hevserokatiya PYD Foza Yûsif da zanîn ku hemû hêzên herêmê, çi Rûsya be an jî hêzên Koalîsyona Navneteweyî be, li hemberî sûcên ku dewleta tirk li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, berpirsyar in û ev tişt anî ziman: “Li herêmê derdora 5 milyon kes hene ku ji aliyê rêveberiyekê ve tên birêvebirin. Ev gel li ser axa xwe dijî û tu ziyanê nade kesî. Ji ber vê yekê divê qada hewayî li ber Tirkiyê were girtin.”

Di dawiya axaftina xwe de Foza Yûsif got: “Her êrişeke li ser gelê me were kirin, em gelên vê herêmê û hêzên wê yên leşkerî bêdeng namînin. Mafê vî gelî heye ku xwe biparêze.”

Çavkanî: ANHA