25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fransa û Yewnanistanê peymanek dîrokî îmze kirin

Li gorî rojnameya yewnanî Kathimerini, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis îro li Parîsê peymaneke dîrokî îmze kirin.

Macron diyar kir ku ev peyman hevkariya di warê ewlehiyê de zêde dike, parastina serwerî û yekitiya her du welatan dike. Her wiha diyar kir ku ev peyman di berevanîya ewropî de pêngaveke girîng e. Her wiha destnîşan kir ku Atîna dê 3 keştiyên şer ên nû ji cureya Rafale ji Parîs werbigire.

Di heman civîna çapemeniyê de piştî merasîma îmzekirinê Mitsotakis got ku peyman  li ber berevaniya ewropî ya serbixwe vedike.

Mitsotakis diyar kir ku ev gav dostaniyê di navbera Yewnanistan û Fransayê de xurt dike ku çarçoveya Yekitiya Ewropa û NATO`yê derbas dike.