19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fransayê zor daye dîplomasiyê

Demên dawî Fransayê dîplomasiya xwe ya li Rojhilata Navîn zêde kiriye. Wekî tê zanîn piştî ku li Sûriyeyê zêde ji xwe re cih nedît ji ber ku ew di navbera hêzên wekî Rûsya, Îran, Tirkiye û Amerîkayê de hatibû dabeşkirin. Niha Fransayê giraniya dîplomasiya xwe daye ser Libnan û Iraqê, her wiha di aloziya rojhilatê deryaya Spî de jî li ba Yewnanistanê cih digire.

Beriya demekê bo cara duyemîn serokê Fransayê Emmanuel Macron, serdana Libnanê kir û ji wir peyamek da rêveberiya Libnanê ku heta ew dest bi sererastkirinên siyasî nekin, Fransa dê wan sozên xwe yên ji bo alîkariyê pêk neyne. Her wiha piştî wê berê xwe da Iraqê û li wir bi rayedarên hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêk anîn.

Macron, serokê Fransayê di civîna çapemeniyê de li gel Mistefa Kazimî, serokwezîrê Iraqê ragihand: “Xebatên me berdewam in, bi taybetî li ser çend mijaran ku mayeya girîngiya me ye li Şingal û der barê êzidiyan de.” Macron di beşeke axaftina xwe de diyar kir: “Fransa teqezî li pabendiyên li hember Iraqê dike ji bo dostaniya di navbera her du aliyan de û xebata di navbera her du welatan de. Ev jî ji bo çespandina demokrasiyê ye li Iraqê. Me li ser rewşa niha gotûbêj kir. Teqezî li ser bihêzkirina hevkariyên li hemû waran hat kirin.”

Serokê Fransayê destnîşan kir: “Li ser çend mijaran ku mayeya girîngiya me ye li Şingal û der barê êzidiyan de, xebatên me berdewam in. Em ê di warê tendirustî û mirovî de jî alîkar bibin. Em pabendiyên xwe didomînin. Bi taybetî di rûbirûbûna DAIŞ’ê de ku Fransa ji destpêkê ve di şer de beşdar e û vî şerî gelek êş aniye Iraqê û şerê li dijî DAIŞ’ê hê jî berdewam e.”

Mistefa Kazimî, serokwezîrê Iraqê jî spasiya piştevanî û alîkariyên Fransayê kir û got: “Em ê peywendiyên xwe yên ligel Fransayê di hemû waran de bi pêş ve bibin.” Kazimî diyar kir ku Fransayê di avakirina deverên zirardîtî de gelek alîkariya me kir, bi taybetî di projeyên Balafirgeha Mûsilê û jinûve avakirina Şingalê de.

Serokwezîrê Iraqê aşkera kir ku ew li ser enerjiyê û alîkariyan axivîne, bi taybetî enerjiya atomî bi serperiştiya Ajansa Enerjiya Atomê, ji bo berhemanîna enerjiya ceyranê. Her wiha got ku ew ê hewl bidin ku astengiyên li ber kompaniyên fransî ji holê rakin û ji bo wan hêsankarî bikin.

Macron, di gera xwe ya li Bexdayê de hevdîtin bi serokomarê Iraqê Berhem Salih, serokê herêma Kurditanê Nêçîrvan Berzanî û gelek rayedarên din ên Iraqê re kir.

Hesabên li ser Şengalê

Ji aliyekî din der barê hesabên li ser Şengalê roj bi roj derdikeve holê ku hevkariyek û planek mezin li ser Şengalê tê kirin. Serokwezîrê Iraqê Kazimî tevî heyeta pê re hefteya derbasbûyî li Washîngtonê hevdîtinên fermî kirin. Piştî civîna destpêkê ya rûbirû ku di çarçoveya ‘Diyaloga stratejîk a DYA-Iraq’ê pêk hat, Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bi rêya telekonferansê têkildarî mijarê brîfîngeke taybet bi rêya çapemeniyê da. Di vê brîfîngê de têkildarî êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li ser Şengalê pirsek li Alîkarê Yekemîn ê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê ji Karên Rojhilata Navîn a Nêz Berpirsyar Joey Hood hate kirin. Bersiva ku Hood da balkêş bû. Hood qet qala êrîşên hewayî nekir û got, divê Şengal ‘PKK jî di nav de ji milîsên çekdar bê paqijkirin’ û li şûna wê ‘îdareyeke sivîl’ bê avakirin û ji bo jê jî xwest Hewlêr, Bexda û Enqere’ di bin şêwirmendiya DYA’yê de bi hev re bixebitin. Yanî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê (PDK), hikûmeta Iraqê û dewleta tirk kir ku di bin kontrola DYA’yê de dest li Şengalê werdin. Ne tenê bang kir, di heman demê de îlan kir ku ji bo vê yekê xwedî hesab û planên şênber e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê