25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

G 7: Divê Talîban yek alî neyê naskirin

Serokên Lijneya Karên Derve ên welatên G7 di civînê de diyar kirin ku divê tu welat bi rengekî yek alî tevgera Talîbanê nas neke.

Serokan bang li parlamentoyên welatên G7 kirin ku di mijara itîrafkirina de bi Talîbanê re bi rengekî kordînekirî tevbigerin. Serokan anîn ziman ku nabe tu welat bi serê vê biryarê bidin. Serokan xwest her kes li gorî helwesta Konseya Ewlekariyê tevbigere.

Doh Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî di heman çarçoveyê de li ser hesabê xwe yê înternetê gotibû ku ew ê di civîna G7 de daxwaza zêdekirina alîkariya bi gelê Afganistanê re bike. Ursula von der Leyen bang li Yekitiya Ewropayê kir ku alîkariyên mirovî ji 50 milyon dolarî derxînin 200 milyon dolarî.

Di civînê de ji serokê DYA’yê Joe Biden hate xwestin ku leşkerên xwe di 31 mehê de bi temamî ji Afganistanê venekşîne. Xwestin ji bo hemû kesên dixwazin ji Afganistanê derkevin, alîkarî bê kirin. Ji aliyekî din ve dê rêveberên welatên G7 piştî nîvro, ji bo niqaşên Afganistanê li Londonê bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê re jî civîneke awarte li dar bixin.