Rojnameya Heftane

Ga û ker

Fikrî Amedî

Du sofî di meha Remezanê de diçin li gundekî dibin mêvan. Niyeta wan xwarin û vexwarina belaş e. Lê gund, gundê Qizilbaşan e. Demekê li hal û rewşa hev dipirsin. Dakere vedibe diaxivin. Ji sofiyan yek  diçe  daşirê.

Xwediyê malê ji sofiyê din dipirse dibêje: “Hevalê te mirovekî çawa ye, ilmê wî heye yan na?”  sofî ji bona peznê xwe bide dibêje: “Lo dev ji wî gayî berde, mirovekî wek ga ye tu tiştekî ji dinyayê fam nake.”

Piştî qasekê îcar ê din diçe daşirê û xwediyê malê ji sofiyê berê çûbû daşrê dipirse dibêje: “Ev hevalê te mirovekî çawa ye, ilmê wî heye yan na?” Vê carê ev sofî quretiyan dike û dibêje: “Dev ji sofiyê hevalê min berde kerekî çarpê ye. Ker e tu tiştekî ji dinyayê fam nake. Nezan e.

Piştî ku dibe êvar û wexta fitarê xwediyê malê hinek ka û hinek ce datîne ser sêniyê û tîne dide ber wan.  Her du sofî ecêb ecêb li hev dinêrin û ji xwediyê malê re dibêjin: “Qurban ev çi ye, ma tu tinazê xwe bi me dikî?”

Xwediyê malê dikene û wiha dibêje: “Ji we yek ga ye û ê din jî ker e. Ma ji ga û kerê re ji ce û kayê xweştir xwarin heye.”