spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Garibe Gezer tevî xêliya spî spartin axê

Jinan cenazeyê jina Kerboranî Garibe Gezer li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi tilîlî û xêliya spartin axê. Dema spartin axê strana “Bûka Kurdistanê” strîn.

Garibe Gezer a ji Kerborana Mêrdîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî bû, piştî îşkenceya giran lê hat kirin, di 9’ê kanûnê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî cenazeyê Gezer ji Saziya Tipa Edlî ya Kocaeliyê wergirtin anîn Mêrdînê. Malbatê dema cenaze anî Mêrdînê bi gelek astengiyên polîsan re rû bi rû man.

Dema cenazeyê Gezer gihişt Kerboranê birayê Gezer Mehmet Emîn Gezer ê bi guleya polîsan felç bûye, li pêş mizgeftê xitabî girseyê kir û got: “Em nagirîn. Em ê her tim serbilind bin. Bila kes nebêje dê cenazeyê wan li erdê bimîne. Dê ev cenaze li erdê nemîne.” Dayika Garibe Gezer Halîme Gezer jî hêrsa xwe anî ziman û got: “Em nagirîn.”

Piştî girseyê cenazeyê Gezer pêşwazî kir, jinan darbesta Garîbe Gezer danî ser milê xwe û birin li mizgeftê şuştin. Girseya li derve jî nîşaneyên serkeftinê bilind kirin û bi tilîliyan li benda cenaze rawestiyan. Pişti kar û barê olî, jinan dîsa darbesta Gezer danîn ser milê xwe û meşiyan Goristana Seyit Hasan. Jinên ku darbesta Gezer danîn ser milê xwe bê navber dirûşme berz kirin û lîrandin.

Cenazeyê Garibe li tenişta gora birayê wê Bîlal spartin axê

Polîsan xwest girseyê asteng bike. Lê girseyê astengiya polîsan nas nekir û ketin nava goristanê. Dema li goristanê cenazeyê Gezer spartin axê, girseyê strana “Buka Kurdistanê” strîn. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Garîbe Gezerê li tenişta gora birayê wê Bîlal Gezer ê di serhildanên 6-8’ê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê. Dayika Garibe Gezer Halîme Gezer li ser gotê got: “Ew ne Xerîba min e, ew Xerîba Kurdistanê ye.” Piştî cenaze spartin axê, girsê dirûşme berz kirin û heta mala şînê meşiyan.

Garibe Gezer Kî bû?

Garibe Gezer li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji dayik bû. Ew hêj zarok bû tevgera azadiya kurdan nas kir. Di sala 2014’an de ji bo Kobanê bê rizgarkirin, weki jinekê di nava çalakiyan de cihê xwe girt. Birayê wê Bîlal Gezer di serhildana Kobanê de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Birayê wê yê din Mehmet Emîn Gezer birîndar bû û felç ma. Garîbe Gezer di 23 saliya xwe de bû rêvbera Partiya DBP’ê. Lê polîs û eskeran zext li ser malbatê zêde kir. Gelek caran bi ser malbata Gezer de girt. Li hemû ferdên malbatê doz hat vekirin. Lê Garîbe Gezer li dijî zext û tundiyê serî netewand û her tim têkoşiya. Dema li Kerboranê qedexeya derketina derve dest pê kir, wê tevî malbata xwe navçeya Kerboranê terk nekir û ax û warê xwe parast. Li ber xwe da. Di 3’ê adara 2016’an li Kutahyayê hat binçavkirin û girtin. Piştre li girtîgehan dîl hat girtin. Ewil li girtîgeha Mêrdînê hat girtin. Piştre ew sirgûnî Girtîgeha Şakran, Girtîgeha Tarsûsê kirin. Ji Şakranê jî sirgûnî Qeyserî û herî dawî sirgûnî Girtîgeha  Kandirayê kirin.

Garibe Gezer li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê bi îşkenceya giran û bê navber re rû bi rû ma. Gezer, demek dirêj di hucreya yek gesî de hat girtin. Herî dawî bi awayekî guman mirî hat dîtin.

Piştî îşkence û êrîşa zayendî, parêzerên Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Dijî Taciz û Tecawizê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÎHD) ji bo biçin girtîgehê ketin rê. Otopsiya cenazeyê Gezerê ku rakirin Saziya Tiba Edlî ya Kocaeliyê bêyî parêzeran hat kirin.