Rojnameya Heftane

Gava ez bûm miftî

Seyidxan Anter

Havîna sala 1973’yan, bi selika tije fêkî û hin tiştên ruhin di nav de veşartî, min serdana girtiyên polîtîk ên li hepsa vekirî ya Amedê kir. Ev zindan dê bûbûya muze ku hîn jî temam nebûye. Li başûrê vê muzeyê li binê bedenê jî mizgefta “Silêman Pêxember” heye. Rojek ji rojên payîza paşîn, roja êvara înê, bi mamosteyê xwe Amed Tîgrîs re, me da rê ku em bizanibin muze qediyaye an na.

Ji deriyê Serayê heta bi devê deriyê ”muzeya nû” û bedena li çemê Tîgrîsê (Dicle) dinêre, tîcaret, wahiz, qesîde, pars, xwendina hedîs û quranê… dê weledê xwe davêt. Jinek pîr li me nêzîk bû. Wa xuya bû duha dixwend lê min jê fêm nedikir. Amed Tîgrîs ê zû dihizire got: ”Binêre ev miftî ye ha!” Ji ber treçkotê min ê dirêj û gewr ve, pîrê ji Amed Tîgrîs bawer kir û ji min tika kir ku îca ez ji wê re duhayan bikim. Dema me nêzîkayî li muzeyê kir, wê carê Amed Tîgrîs ji xortê yasîn dixwend re got: “Binêre ev muftî ye, tu xweşik bixwînî ha!” Hindik mabû  xort dest û dawa treçkotê min ramûse.

Li ser texrîbatên artêşa ereban a serdema Xelîfe Omer, agahiyên berfireh di pirtûka Amed Tîgrîs de ya li ser Amedê hûn dikarin bixwînin. Wek mînak, kengî û çawa Îlyas bin Ganem dêra Mor Toma kiriye mizgeft û çi mêrê ku nebe misilman çar misqal zêr bêş davête ser wan.

Di sala 639’an de, çaxa artêşa ereban êrîşî Amedê dike, di vî şerî de Silêman tê kuştin. Li jêra muzeyê li ber bedenê, ji Silêman re gorekê dikolin û dûra jî mizgeftek bi navê wî lê dikin. Wa diyar e ku merîfetên wek ku bi tirkî nav li wî kirine “H.z Silêman” gelek in. Delalên ku ji bo firotina malên xwe bang dikin, dengê duha, gotinên wehza, xwendina ji pirtûkan, zûrezûra nesaxan, awaza parsekan, giriyên zarokan û gelek awazên din bi hev re û li hev vedigeriyan. Pêşbirkek saz kiribûn bê ka kî bêhtir dikare dengê xwe bibe serlêderan û belkî bigihînin Silêman jî!

Xaleke zelal û diyar e. Her çiqas seyda, miftî û şêx dibêjin bi dû Muhamed re çi pêxember nayên jî Silêmanê kurê Xalid bin Welîd li Amedê bûye “Silêman Pêxember”.

Gava em berê xwe bidin rojavayê Kurdistanê, bûyer û dîrok xumamî û tevlihevtir dibe. Li bakurê Girkê Legê (ku Al- Cumhuriye al- Arabiye al- Suriye navê vî warê petrola kurdan, daniye Rimêlan), li gundê Qilêrîkê yê kendala  çemê Baus ê li başûrê rojhilatê Dêrika Hemko, li ser tixûbê Deşta Hesina,  qubeyek ziyaretê ava kirine. Li gor çîrokê gava Xelîfe Elî hatiye rojavayê Kurdistanê, li Bausê destmêj girtiye û bo ku bêhna xwe ber de jî li peravê çemê Bausê qubeyekê ji xelîfê îslamê re lê dikin. Her wiha Alî bin Abî Talib li Kurdistanê li gundê mesîhiyan Bausê dibê Eliyê Şêr. Dîroknas û lêkolîner dizanin ku Xelîfe Elî ji Şamê berjortir nehatiye. Îro li rojavayê Kurdistanê, li dor û berê wê qubêgoristanek çêkirine. Goristana   Cangoriyan ku xelk lê diçin serlêdana  gorên xizm, dost û hogirên xwe.

Li gelek cihên welatê me, mirov dikare li bûyer û serpêhatiyên bi vî rengî rast were. Hinekan em dizanin, hinekan em nizanin û di derheqê hinan de jî em rast nehatine agadarkirin. We got çi?