19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gava yekemîn a ji bo avakirina hikûmeta Iraqê

Roja yekşemê, di 09’ê çile de li parlamentoya Iraqê dengdan birêve çû û di encamê de Mihemed Helbûsî careke din wek Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Hakim Zamlî wek Cîgirê Yekem û Şaxewan Ebdullah jî wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Serokê şepêla El-Sadr Muqteda El Sedir piştî hilbijartina serokê parlamentoyê û herdu cîgirên daxuyanî dan çapemeniyê. El Sedir di daxuyaniyê de wiha got: “Hilbijartina serokê parlamentoyê û her du cîgirên wî destpêka avakirina hikûmeta piraniyê ye”
Her wiha bang li hemû aliyên siyasî ên Iraqê kir ku ew di pêvajoyeke nazik û talûke de derbas dibin û divê kesek şaşitiyên ku berê bûne dubare neke.
El Helbûsî piştî hilbijartinê got ku wî deriyê namzetiya serokkomariyê vekiriye.

Di nava mehekê de divê serokkomar were destnîşankirin û di nava 15 rojan de divê serokê hikûmetê jî were destnîşankirin.