20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gef û tundiya çawişên pispor

Ev çend sal in ku li Tirkiye û bi teybetî li bakurê Kurdistanê tundiya çawişên pispor a li ser jin û zarokan her diçe zêdetir dibe. Çawişên pispor ên ku tundiya wan bi belgeyan tên ispatkirin jî nayên cezakirin. Çawişên ku piştgirî ji dewletê digirin tundiya xwe zêdetir dikin.

Li Geverê şivanê bi navê Sertîp Şen ê ku pezê xwe diçêrand ji alî çawişê pispor M.T ve hat kuştin. Rapora ku li ser otopsiya wî derket da zanîn ku Metîn Şen ji nêz de bi guleya çawişê pispor M.T ve hatiye kuştin.

Destdirêjiyê dikin

Çawişê pispor A.A. li navenda Şirnaxê ket avahiyekî û dest dirêjiya zarokekî kir û xwest wê birevîne. Piştî bertekên şêniyên avahiyê çawişê pispor A.A ji cihê bûyerê reviya.

Li Bûrsayê çawişê pispor ê bi navê Aydemîr Kolûaçik li bexçeyê Dibistana Astsûbaya Cendermeyan,  Sosin Kuçukguven kuşt. Li doza ku ji Aydemîr Kolûaçik hat vekirin de biyara daxistina cezayên rewşa baş hat dayîn. 

Gef û tundî           

Mînaka tundiya çawişên pispor a herî dawî li navçeya Kanîreşê ya girêdayî Çewligê de hat jiyîn. Çawişê pispor Ferhat K. bi hinceta ku zarokek biçûk qelabelixiyê kiriye da pey zarok û gefa kuştinê li zarok xwar. Piştî ku dayika zarok Rahîme O. bû şahide bûyerê bertek nîşanê çawişê da. Li ser berteka Rahîme O. çawiş êrişê wê kir û lê da.

Rahîme O. rakirin nexweşxaneyê û rapora derpkirinê girtin û pisporê çawiş gilî kirin.