18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gefan li rojavayê Kurdistanê dixwin

Rizoyê Xerzî

Piştî ku li ser rewşa Idlibê bi Rûsyayê negihan çareseriyekê û li hev nekirin dîsa hikûmeta tirk hêviyên xwe bi hevdîtina di navbera Erdogan û Biden ve girêda û rayedarên hikûmeta tirk hin peyamên nêzîkatiya bi DYA’yê re dan. Her wiha bazara kirîna 40 balafirên F16 ji DYA’yê xistin rojevê.

Lê em bala xwe hinekî bidin têkliyên di navera Tirkiye û DYA’yê de piştî hatina desthilatiya Joe Biden. Biden beriya ku bibe serokê DYA’yê daxuyaniyeke wiha dabû: “Desthilatiya Erdogan Dîktator e û divê alîkariya muxalefetê bê kirin da ku dawî li desthilatiya wî bê”.
Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku Biden dema alîkarê serok Barack Obama bû di sala 2014’an de der barê têkliya Tirkiye bi komên çete û El Qaîdeyê re wiha gotibû: “ Tirkiye, Erebistana Siûdî û Îmaratên erebî hemû rengên alîkariyê didin çeteyên El Qaîde yên wekî Cebhet el Nusra û wan ji hemû cîhanê didin hev û derbasî Sûriyeyê dikin.”

Di demekê de ku Tirkiye li hêviyê bû, Amerîkayê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne, beriya çend rojan Biden peyama rewşa awarte ji bo mana saleke din li Sûriyeyê aşkera kir.
Her wiha Biden sînyalek wiha da ku êdî dem hatiye leşkerên tirk axa Sûriyeyê terk bikin û wiha got: “Tevgerên leşkerî ên artêşa tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengiyan ji karê me yê tunekirina çeteyên DAIŞ’ê re derdixin, her wiha ew tevger talukeyan li ser jiyana xelkê herêmê çêdikin û ewlekarî, aramî û aştiya herêmê têk dibin, wekî din jî ew tevger ji bo ewlekariya neteweyî ya DYA’yê û siyaseta wê ya derve jî talukeyeke mezin e.”
Bersiva Tirkiye jî li ser zimanê wezîrê karên derve Mevlud Çavuşoglu hat û wiha bersiv da DYA’yê: “ DYA’yê piştgiriyê dide rêxistinên terorê ji bo Sûriyeyê parçe bike û ew di şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê de ne ji dil e , her wiha wan şervanên DAIŞ’ê ji Sûriye birine Afganistanê.”
Dîsa di van rojên dawî de bi peymana bi Yewnanistanê re, nakokiyek din li têkliya di navbera Tirkiye ,û DYA’yê de zêde bû. DYA û Yewnanistanê peymaneke nû ya leşkerî bi hevre nû kirin û li gorî wê peymanê êdî DYAdikare leşkerên li 4 bargehên din li Yewnanistanê perwerde bike û wan bargehan jî bikar bîne.

Li gorî dane û daxuyaniyên di navbera hikûmeta tirk û rêveberiya DYA’yê de wiha berdewam bike dibe ku rê li pêşiya derxistina artêşa tirk ji hemû Sûriyeyê vebe.
Niha jî wekî her cara ku hikûmeta tirk dikeve tengsiyê ji bo ku gelê tirk li derora xwe bicivîne şerê kurdan dike. Lewre em dibînin ku di van rojên dawî de dîsa dixwazin raya giştî ya vî welatî bi rojeveke din mijûl bikin. Ew reva ji krîza aborî, rewşa siysî ku ew tê de ne û pirsgirêkên civakî di şerê li dijî kurdan de dibînin. Lewre em dibînin ku van rojên dawî dîsa rayedarên dewletê gefan li Rojava dixun.

Wekî ji daxuyaniyên wan jî tê xuykirin heta niha destûr ji Rûsiya û DYA’yê wernegirtine, loma jî gazinan dikin û dibêjin ew xwedî li gotinên xwe derneketine û em ê bi xwe destwerdana Rojava bikin.
Ev gotin wekî me li jor destnîşan kir ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê bi tiştekî din mijûl bikin û ji aliyekî din ve ji bo bazarên nû bi Rûsya û DYA’yê re bikin dixwazin bi vî rengî zextê li wan bike. Wekî peymanên berê jî ên bi hêzên navdewletî re, hikumeta tirk di van bazaran de yek armanca wê ya serke heye ew jî her û her pêşîgirtina li statuya rojavayê Kurdistanê ye.