16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gefên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Tirkiye bi hewildanên xwe yên provokatîf li Rojhilata Navîn bi qasî ku pêşî li pevçûn û provokasyonan vedike her ew qas jî pêşî li aştiya herêmê digire. Rejîma AKP-MHP’ê bi liv û tevgera xwe ya li Derya Spî dixwaze heman polîtîkayê li ser welatên din jî ferz bike.

Di vê herêmê de bi Yewnanistanê re di nav nakokiyan de ye, ji bo welatên Ewropayê jî peyameke vekirî ye.  Lewma ev bûyerên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de diqewimin ji nêz ve hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî eleqedar dike.

Sala borî bi vekirina deriyê sînor ê di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de ku bû sedem bi hezaran penaber êrîşî sînorê Ewropayê bikin, krîza heyî kûrtir kir. Ev hemleya Tirkiyeyê ji aliyê gelek welatan ve weke şantajê ango weke gefeke li ser welatê Ewropayê hat dîtin û nirxandin.

Lê, dewleta Tirkiyeyê ji ya xwe nehat xwarê û vê carê berê xwe da Deryaya Spî. Ev herêma ku çavê hemû welatên xwe weke pêşengên hêzên cîhanê dibînin bi vê ve bû rojeva sereke. Dewleta Tirkiyeyê bi armanca lêgerîna gazê û petrolê keştiyên xwe yên sondajê di bin parastina keştiyên cengê şand dora giravên Yewnanistanê û bi mehan xebata lêgerîna petrolê kir. Ev hemleya Enqereyê jî mîna krîza penabaran di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de bû sedema nîqaşên mezin.

Di serî de welatên Ewropayê gelek welatên cuda ji bo ku krîza heyî bê çareserkirin weke navbeynkar xwestin rewşê aram bikin, lê dewleta Tirkiyeyê bi sedan caran balafir û keştiyên cengê yên artêşa Tirkiyeyê, sînorên hewayî û deryayî yên Yewnanistanê binpê kirin. Bi van kiryarên xwe dewleta Tirkiyeyê, ligel mafê serweriya Yewnanistanê, hiqûqa deryayî û hemû hiqûqa navneteweyî jî binpê kir.

Welatên Ewropa li hember vê bêmafiya dewleta Tirkiyeyê bê deng neman û dewleta Tirkiyeyê ji bo hin pêkanînan hişyar kirin. Lêbelê hêza Enqereyê êdî têrê nake bikaribe weke berê vê polîtîkaya xwe ya êrîşkar li Derya Spî bimeşîne. Lewma jî rêvebiriya Erdogan careke din xwe avêt bextê Yekitiyê û wezîrê derve Mevlut Çavuşoglu şand Brukselê.

Helbet Enqereyê baş dizanibû ku riya diçe Brukselê di Atînayê re derbas dibe û lewma jî bi lez banga diyalogê li Yewnanistanê kir. Piştî vê bangê, di navbera her du dewletên li dora Deryaya Egeyê de hevdîtin hatin pêkanîn.

Ji sala 2002’an û vir ve herî kêm 60 hevdîtinên bi vî rengî pêk hatin. Sînorên deryayî û hewayî yên li Ege û Rojhilata Deryaya Spî, statuya giravên Yewnanistanê yên nêzîkî Tirkiyeyê û parvekirina çavkaniyên deryayî mijarên van hevdîtinan bûn. Heta niha ji van hevdîtinan tu encameke erênî derneketiye û berevajiyê vê, navbera her du dewletan her diçe xirabtir dibe.

Lewma jî her du dewlet hêzên xwe yên deryayî û hewayî yên li Deryaya Egeyê bi dehan salan e xurtir dikin. Hêjayî gotinê ye, di dema hevdîtinên dawî de Yewnanistan ji bo kirîna balafirên şer ên Rafael, bi Fransayê re peymanek îmze kir.

Li gorî peymanê berdêla 2.3 milyar euroyî wê Atîna ji Fransayê 18 balafirên Rafael bikire. Ji vê peymanê jî diyar dibe, her du alî tu carî bi hev bawer nabin û dîplomasiya wan li ser bingeha hêza wan a leşkerî bilind dibe. Divê em ji bîr nekin ku Yewnanistan welatekî endamê Yekîtiya Ewropa ye. Lewma êrîşek li ser vî welatî bê kirin wê nêzîkatiya welatên Ewropayê jî di pêşveçûna van êrîşan de diyarker be.

Li ser krîza heyî di hefteya borî de li Brukselê wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê li hev civiyan. Di civînê de yek ji mijarên sereke jî nêzîkatî û gefên dewleta Tirkiyeyê bû. Li ser mijarê wezîrê karê derve yê Yewnanistanê Nîcos Dendîas da diyar kir ku di civînê de hewildanên dewleta Tirkiyeyê yên provokatîf mijara sereke ya civînê bûn.

Di heman civînê de hin hemleyên dewleta Tirkiyeyê yên mîna ji Rûsyayê kirîna fuzeyên S-400, êrîşkariya yekalî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destwerdana şerê Qerabaxê û şandina eskerên Tirkiyeyê bo Lîbyayê di qada navneteweyî de ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê ve zêde nayên pejirandin.

Her çiqas Erdogan di nav hewildanên nermkirina rewşa heyî de be jî, ev hewildanên heyî ji aliyê welatên Rojavayî ve têr nayên dîtin. Van hemleyan ku hişt dewleta Tirkiyeyê wisa bikeve rojevê bi xwe re li ser Tirkiyeyê barekî aboriyê yê giran jî anî. Bêguman ev dê li ser siyaset û baziarganiya derve jî bandorê bikin.

Dereng be jî dewleta Tirkiyeyê hewl dide ku krîza heyî çareser bike. Wisa diyar e ku bendewariya Amarîka û welatên Ewropa ji van hewildanan ew ku di serî de Erdogan, dewleta Tirkiyeyê dev ji nêzîkatiyên xwe yên hişk û teng berde.

Bi kurtasî dewleta Tirkiyeyê çawa ku li herêma Rojhilata Navîn êrîşî her deverê dike, talan û dagir dike, bi heman niyet û armancê xwest ku sînorê Yewnanistanê jî binpê bike, lê di vê dema borî de dît ku ne hêza wê ya dîplomasiyê û ne jî hêza wê ya leşkerî dest dide ku gefa li welatên rojava bixwe. Lewma niha hewl dide ku şaşitiyên xwe sererast bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê