18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Gel aştiyê dixwaze’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encama “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a bi armanca hemû beşên civaka demokratîk ên li Tirkiyeyê bîne gel hev dest pê kiribû, bi “Deklarasyona Banga Ji Bo Aştiyê” hefteya borî aşkera kiribû.

Di deklarasyonê de hat ragihandin ku israra polîtîkayên şer, neceribandina polîtîkayên aştiyê şaşitiyeke mezin e û wiha hat gotin: “Pêwîstiya me bi aştiyê, bi diyalog û danûstandinan heye. Mîna xaka ku bi hesreta avê ye, welatê me jî bi hesreta polîtîkayên aştiyê ye. Mirovên demokrat û yên li paşeroja hevpar a vî welatî difikirin, nabe ku vê rastiyê ji nedîtî ve bên. Weke ku bûyerên diqewimin nîşan didin, pirsgirêk êdî ji sînorên welat jî derbas kiriye, bûye xwedî aliyekî herêmî û global. Heta ku neçareserî dewam bike, heta ku dînamîka şer zindî be wê Tirkiye her tim ji aliyê siyasî û aborî ve bi hêzên global ve girêdayî be, hewcedarê wan be. Halbûkî ev pirsgirêk bi esasî pirsgirêka me ye û divê li vî welatî bê çareserkirin.”

Di deklarasyonê de behsa çareseriya pirsgirêkê jî hat kirin û wiha hat diyarkirin: “Ji bo çareseriya pirsgirêkê berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê muxalefeta siyasî û civakî, ji ber ku meseleya kurd meseleyeke jiyanî ye nabe ku ji însafa desthilatdarî û dewletê re bê hiştin. Partiyên muxalefetê divê daxwazên gelê kurd ên ji bo maf û azadiyê weke beşek ji armanca jiyana wekhev û hevpar û demokratîkbûna Tirkiyeyê bibîne. Ev pirsgirêk nabe ku tenê weke pirsgirêka kurdan û HDP’ê bê dîtin. Heke ji bo aştiyê em bi hev re tênekoşin em ê nikaribin aştî, demokrasî û azadiyê bi dest bixin.” ENQERE

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê