20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel azadiya Ocalan dixwaze

Bernameya “Êdî Bes e! Dem Dema Azadiyê ye” ya meha tebaxê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) diyar bû. Bi beşdarbûyîna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldanê li gelek bajaran hevdîtinên gel dest pê kir. Bi van hevdîtin û ziyaretan re coş û kelecana gel, di pêşwazîkirin û şahî û mîtîngan de li kolanan xwe da der.
Di van hevdîtinan de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, yekitiya neteweyî û êrîşên li ser HDP’ê têne niqaşkirin.

Heta niha di 4’ê tebaxê de bi beşdarbûyîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û rêveberên HDP, DBP’ê li navçeya Bazîd a Agiriyê hevdîtina gel pêk hat. Endam, rêveber û nûnerên HDP, MEBYA-DER û MED TÛHAD-FED li navçeya Bazîd a Agiriyê hevdîtina gel pêk anîn. Gel bi coşek mezin nûnerên xwe pêşwazî kir. Gel di pêşwazîkirina nûneran de bi dirûşmeyan tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Di pêşwazîkirina nûneran de aşkera bû ku gel azadiya Ocalan dixwaze.

Di 5’ê tebaxê de heyeta KCD û DBP’ê tevî parlementerên herêmê li navçeya Elbak a Wanê serdana mexdûrên lehiyê kir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydeniz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bi mexdûrên lehiyê re hevdîtin kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Di 6 ‘ê tebaxê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li navenda Colemêrg û Navçeya Geverê bi esnafan re hatin cem hev. Li Geverê bi hezaran kesan nûnerên xwe pêşwazî kirin. Girsê nûnerên xwe bi çepik û tilîliyan pêşwazî kirin. Bi hezaran kesan di pêşwazîkirinê de tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin Ocalan azad bibe.
Dîsa di 6’ê tebaxê de di çarçoveya xebatên “Em HDPyî ne, li her derê ne” parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Hişyar Ozsoy û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, serdana navçeya Xinûsê ya Erziromê kirin. Gelê navçeyê parlamenter bi coşek mezin pêşwazî kir û li kolanên Xinûsê meşiyan.

Di 7’ê tebaxê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, li Enqereyê tev li Kongreya Asayî ya 4’an a SYKP’ê bû. Hevdîtinên nûnerên KCD û DBP’ê û parlamenterên herêmê ya li navçe û navenda Colemêrg, bi gel re didome. Di 13’ê tebaxê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Pervîn Bûldan dê li Êlihê bi gel re bêne cem hev. Di 14’ê tebaxê de heyeta ku ji Hevserokên DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan pêk tê dê li Çewligê bi gel re hevdîtinê bikin.