20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Colemêrgê tecrîd şermezar kir

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka  Giştî  yê DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya HDP’ê  Pervîn Bûldan, li navenda Colemêrgê serdana esnafan  kirin. Colemêrgiyan heyet li  Balefirgaha Geverê bi dovîzên “Ji bo azadiyê” , “Ji bo çareseriyê” , “Em piştevaniyê mezin dikin” û “Em  HDP ne li her derê ne” pêşwazî kirin. Bi sedan kesan heyet di ketina bajêr de pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirinê heyetê li navenda bajar serdana esnafan kir û pirsgirêkên wan guhdar kir. Girsê heyet bi dirûşmeyên”Bijî berxwedana zindanan” pêşwazî kir. Piştî serdana esnafan heyet derbasî Geverê bû.

Girsê li Geverê tecrîd şermezar kir

Heyeta KCD, DBP û HDP’ê li Geverê jî esnaf ziyaret kir. Gel jî tev li serdanan bû û girse mezin bû. Girse bi hevre heya ber avahiya HDP’a navçeya Geverê meşiya. Girsê bê navber dirûşme berz kirin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li vir xîtabî gel kir û axivî.