25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Dîlokê daket kolanê: Em ê bi berxedanê bi ser bikevin

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya navendî ya Şehîtkamîl a Dîlokê bi gel re hat cem hev. Bi sedan kes li Bazara Çarşemê ya Şehîtkamîlê kom bûn û heyeta HDP’ê pêşwazî kir. Girseya li qadê kom bû, pankartên ‘Ji bo guhertina demokratîk aştî’ û ‘Ji înarê de aştî, ji înadê re HDP’ vekirin. Girsê qad bi alên HDP neqişandin. Ji 7 salî heta 70 salî tev li pêşwazîkirinê bû. Girseya li qadê kom bû li ber muzîkê govend gerandin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin jiyan azadi” berz kirin. Dîsa girsê ji girtiyan re azadî xwest. Bernameyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Parlamenterên HDP’ê di bernameyê de axivîn û coşa gel slav kirin. Hunermend Kadir Çat û hunermendên din derketin ser dikê û stran gotin.