24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Bazîdê li dijî tecrîda li Îmraliyê meşiya

Gelê Bazîdê di pêşengiya HDP, MEBYA-DER û MED TÛHAD-FED’ê de li navçeya Bazîd a Agiriyê meşek girseyî li dar xist. Hevserok û cîgirên hevserokên DBP û HDP’ê tev li meşe bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û heyeta pê re, li têketina navçeyê heta ber avahiya HDP’ê ya navçeyê bi girseyî meşiyan. Bi hezaran di meşê de dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” berz kir.” Bayindir, destnîşan kir ku AKP-MHP dê bi berxwedana gelê kurd têk biçe.

‘Milyonan anîn ziman ku vîna wan Ocalan e’

Bayindir, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: “Îqtidar dixwaze siyaseta xwe li ser rejîma tecrîdê ava bike. Bi milyonan mirov anîn ziman ku vîna wan Birêz Ocalan e. Heger dilê we û çareserkirina pirsgirêkê hebe, muxatab û navnîşan diyar e. Muxatab Birêz Ocalan û navnîşan Îmralî ye. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin; hûn li ku bin bibin, çareserkirina vê pirsgirêkê û muxatabê wê diyar e. Helwesta gelê me û navnîşana diyar kiriye Îmralî ye.”

Bayindir bal kişand ser doza têkildarî girtina HDP’ê û wiha bi dawi kir: “Ev partî bi hêza milyonan kesan hatiye avakirin. Hêz û quweta we têra girtina wê nake. Têkoşîna kurdan dê vê sedsalê diyar bike. Dem dema azadiyê e.”