25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Êlihê wê di 14’ê tebaxê de dakeve qadê

Rêxistina DBP û KCD’ê xebatên “Dem dema azadiyê ye” li gelek bajaran di nava gel de berdewam dike. Nûner û rêveberên KCD û DBP’ê heta niha li Gever, Bazîd, Dersim, Sîlopî, Stenbol, Xinûs û gelek bajar û navçeyên din meş û xwepêşandanên girseyî li dar xist. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, di çarçoveya kampanyaya “Dem dema Azadiyê” de dê 14’ê tebaxê li Êlihê mîtîngê li dar bixe. Ji bo mîtîngê amadekariyên xwe berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dê beşdarî mîtîngê bibin. Dîsa Koma Gulên Xerzan û Şerzat dê derkevin ser dike. Mîtîng dê di 18.00’ê 14’ê tebaxê de li Qada Newrozê ya li Taxa Baglarê pêk bê. Rêxistina HDP’ê ya Êlihê têkildarî xebatê daxuyanî dan. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Êlihê Gulistan Sonuk, parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kûlpû banga beşdariya li gelê Êlihê kir.

Uca: Em ê ruhê berxwedanê li qadan nîşan bidin

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku ew li gelek navendan bi gel re hatin cem hev û wiha got: “Gelê me li partiya xwe xwedî derdikeve. Gel daxwaza xwe ya mezinkirina têkoşînê bi meşên girseyî nîşan da. Em di hevdîtina ku li Êlihê pêk tînin de dîsa li qadan bin.”

Uca, destnîşan kir ku dê di 14’ê tebaxê de ruhê berxwedanê yê Êlihê li qadê nîşan bidin û wiha got: “Roj roja yekitiyê ye. Roj roja têkoşîna li dijî tecrîdê ye.  Roj roja dengê çalakgeran ên li girtîgehan ketine greve ye.” ÊLIH