24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê herêma Firatê li dijî êrîşan meşiyan

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê bi tevlêbûna şêniyên Kobanê meşek girseyî li pêşiya navenda polîsên leşkerî yên Rûsyayê li dar xist. Beriya xwepêşendanê şênî li ser rêya Cerablusê kom bûn û heta navenda polîsên leşkerî yên Rûsyayê meşiyan. Li pêşiya navendê hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Em gelek caran hatine vir. Me daxwaz kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên me rawestin. Lê Rûsyayê erkên xwe yên li hemberî gelên herêmê pêk neanîn. Eger pêk nayne bila kerem bike ji herêmê derkeve. Rûsya sozên ku dane bi cih neanîne. Li ser vê esasê tu sedem nemaye ku ji ber wê li herêmê be. Yan bila erkên xwe bîne cih, êrîşên dewleta Tirk rawestîne yan jî bila ji herêmên me derkeve.”

Xwepêşendêran di nava xwe de komîteyek çêkir ku peyama wan bigihîne nûnerên Rûsyayê. Piştî ku komîteyê peyam radestî nûnerên Rûsyayê kir, endamê Komîteya Rêveber a Partiya YekÎtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Şêxo bal kişand ser naveroka hevdîtinê û wiha got: “Hevdîtin erênî bû. Soz dan ku ew ê êrîşan rawestînin.”

Ev zêdetirî hefteyekê ye Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Tirkiye gundewarên Zirgan û Til Temirê yên herêma Cizîrê, gundewarên Minbicê û Şehbayê topbaran dike. Di van rojên dawîn de êrîşên bi rêya dronan zêde bûne ku di encamê de gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûne.