19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Îzmîr, Stenbol û Enqereyê şeva xwe li qadan derbas kir

Şevê din bi hezaran welatî li Îzmîr, Stenbol,Eskîşehîr û Enqereyê daketin qadan û bertekên xwe yên li dijî AKP’ê anîn ziman. Piştî dolar li hemberî lîrayê tirk buha bû, hêrsa gel zêde bû û daketin qadan. Bi hezaran li Kurtuluş, Kadikoy, Nurtepe ya Stenbolê, Çankaya ya Enqereyê û Şîrînyer a Bûcaya Îzmirê û Eskîşehirê li hev kom bûn û bertekên xwe yên li dijî hikûmeta AKP’ê anîn ziman. Girseya ku daketin qadan pankartên  “Wisa Naçe Tayip îstîfa”, “AKP îstîfa” rakirin û bê navber dirûşmeyên “AKP îstîfa bike”, “Tayyip Îstîfa bike” berz kirin. Çalakiyên gel heta derengê şevê berdewam kirin.