23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Mexmûrê: Em ê li ber xwe bidin

Balafirên şer ên Tirkiyeyê serê sibeha 3’ê Îlonê Wargeha Şehît Rustem Cûdî ya Mexmûrê bombe kir. Piştî êrişa şêniyên wargehê berê xwe dan cihê bûyerê û li qadê helwesta xwe nîşan da. Endamê Meclîsa Gel Elî Urek li vir daxuyaniyek da û Tirkiye û kesên destê wan di êrişan de hene şermezar kir.

Urek bi bîr xist ku danê sibehê balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî wargeha Mexmûrê kir û wiha got: “Bombe li nava wargehê li malên sivîlan barandin. Di êrişê de tu kes birîndar nebûn û nemirin. Armanca esasî ya dewleta tirk wargeha me ya sivîl a Mexmûrê ye. Ev hefteyeke li ser esmanên wargeha me, balafirên keşfê yên bêmirov û biçek-bêçek (SÎHA-ÎHA) bênavber difirin. Di rewşek wiha de çima Iraq û hêzên hevpeyman ên ji esmanê herêmê berpirsin vê nabînin û li ber vê tiştek nakin. Dema em li rewşê dinêrin, bêdengî û hevkariyek heye. Armanca van êrişan aliyek tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û li aliyê din jî gelê kurd û welatparêzan ji doza wan kirine. Bi êrişa li ser wargehê re armanc belavkirina gel e.Dewleta tirk dixwaze êrişên xwe yên dema DAÎŞ’ê li Mexmûr û Şengalê nîvço mayî bi rengên din bidin domandin. Dema ku gundê Şengalê bombe kirin, me zanî ku wê li me jî  bidin. Em bang li hemû cihên peywendîdar dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Em bang li gelê kurd dikin ku xwedî li rûmeta xwe derkevin. Gelê Mexmûrê me bi berxwedanê destpê kiriye, em ê li ber xwe bidin. Daxuyanî bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Berxwedan Jiyan e’ dawî bû.