spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelek biyanî dê ‘Doza Kobanê’ bişopînin

Di ser serhildana 6-8’ê Cotmeha 2014’an a li bakurê Kurdistanê ku li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bû, 6 sal û nîv derbas bûn. Di vê serhildanê de hema bêje li hemû bajarên bakurê Kurdistanê gel rabû ser piyan û li dijî êrîşên DAIŞ’ê nerazabûna xwe nîşan da. Di serhildanê bi destê hêzên dewletê û komên nepen, bi dehan kurd hatin qetilkirin. Piştî sehildanê, bi alîkariya balafirên koalisyona navneteweyî, hêzên kurdan ên çekdar pêşveçûna DAIŞ’ê sekinand û ev bû destpêka bidawîkirina serweriya li ser erdê ya DAIŞ’ê.

Dozgerên dewleta tirk bi hinceta serhildana ji bo Kobanê, li gelek siyasetmedarên kurd doz vekir û gelek ji wan jî girtin. Di doza ku bi ‘Doza Kobanê’ tê binavkirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 girtî, bi giştî 108 kes tên darizandin. Danişîna yekemîn wê roja 26’ê nîsanê, li Dadgeha Cezayê Giran a Yekemîn a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.

HDP ji bo kesên ku bixwazin danişînê bişopînin, di serî de ji Enqere û hemû bajarên derdorê otobusan digire. Li aliyê din, kesên di şandeyên biyanî cih digirin ku dixwazin danişînê bişopînin jî diyar bûn.

11 şandeyên biyanî

Navên şandeyên biyanî yên ku dê bên danişînê bişopînin wiha ne:

Partiya Demokrat a Sosyalîst a Swêdê û Partiya Demokratîk a Îtalyayê yên di Koma Sosyalîstan û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê de cih digirin, Tifaqa Azad a Ewropayê ya Parlamentoya Ewropayê, Partiya Piştevaniya Gelan û Herêman a Fransa ya di Koma Keskan de cih digire, Bloka Neteweyî ya Galîçya (BNG), ji hevparên Enternasyonel ên Pêşvexwaz Partiya MeRA25 a Yewnanistanê û Partiya Çep a Polonya, Partiya Çek a Fransayê, Partiya Çep a Komarparêz a Katalonyayê, Partiya Yekitiya Gel a Katalonyayê (CUP) û Partiya Bask a Yekbûyî.

ENQERE