spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelek hêz li pişt êrîşa DAIŞ’ê ya li girtîgeha Hesekê ne

Pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê ên di zindanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pirsgirêkeke mezin û aloz e. Hebûna hejmarek wiha zêde ya çeteyên kujer li cihekî her dem wekî bombeyeke li ber teqînê ye. Ev girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê jî wekî girtîgeha herî mezin a çeteyên DAIŞ’ê ye. Li gorî agahiyan derdora 3500 çete û serçeteyên DAIŞ’ê di wê zindanê de dimînin.

Wiha xuyaye ku ji derve û hundir amadekarî û planeke mezin hebû. Amadekariyên vê aloziyê li zindanê dest pê dike, girtiyên DAIŞ’î aloziyê di nava zindanê de derdixin, di heman demê de amadekarî li derve jî hene, ji derve de jî şaneyên van çeteyan ên vaşarî bi wesayitên bombekirî êrîşî zindanê dikin. Piştî teqînê çend kes ji wan êrîşî zindanê dikin û şer derdikeve. Di encamê de gelek endamên DAIŞ’ê ji girtîgehê direvin û xwe li taxên derdora zindanê di malên sivîlan de vedişêrin.

Balkêşe ku di dema êrîş dijwar dibe wesayitên Hêzên Sûriya Demokratîk ên ku bi hewara asayiş û parêzvanên zindanê de de tên, di rê de rastî êrîşî û topebaranê tên.

Bi gurbûna alozî û şer re artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê êrîşên xwe li ser herêma Eyn Îsayê dijwartir dikin û wesayitên  HSD’ê ên ku bi hewara asayişê ve diçin jî ji xwe re dikin hedef.

Ev alozî û tevliheviya ku li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimî dîsa mijara hebûna ewqas çete li deverekê tîne rojevê.  Divê demildest saziyên navnetewî çareyekê ji wan çeteyan re bibînin û her welatek xwedî li çeteyên xwe derkeve û wan bibe li ba xwe bigire û darizîne. Hebûna hejmareke wiha zêde ya bi hezaran çeteyên kujer li deverekê , barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî giran dike û divê hêzên koalisyona li dijî DAIŞ’ê çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.

Di her firsendê de rayedarên DYA û Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê tînin ziman ku peywir û armanca wan a sereke şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Heke wiha be talûkeya herî mezin a DAIŞ’ê ev çeteyên kujer in. Ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê biser bikeve divê çareyekê ji bo vê pirsgirêkê bibînin û ji bo wê yekê saziyên navnetewî civîneke awarte li dar bixin.

Divê Konseya ewlekariyê ji bo mijara çareseriyekê ji wan çeteyan re bibînin, civîneke awarte li dar bixe û her welatek çeteyên xwe li cem xwe darizîne. An jî dadgeheke navnetewî li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê çêbibe û ew çete bên darizandin.

Ev alozî ne ya yekemîne û dê ne ya dawî be heta ku ew çete bi wî rengî li wir bên girtin wê herdem wekî gefekê û bombeyekê li ber teqînê ewlekarî û aramiya hemû herêmê bixin nava talukeyeke mezin de.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê