Gelek nûnerên rêxistinên civakî ji bo girtiyê neşweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan serbest bê berdan, daxuyanî dan û bang li rayedaran kir ku Ozkan serbest berdin.
Nûner û rêveberên Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CİSST), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Înîsitayifa Mafan a Hatiye Dîtin, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Tabîban a Stenbolê, Komeleya Hiquqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), Sendikaya Kedkaren Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolîna Hiqûq û Civakî (TOHAV) ji bo girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan serbest bê berdan daxuyaniyeke hevpar dan.
Nûnerên rêxistinan di daxuyaniyê de bang li rayedarên hikûmet û dewletê kirin û xwestin ku Mehmet Emîn Ozkan serbest bê berdan.
Nûnerên saziyan anîn ziman ku Mehmet Emîn Ozkan 25 sal in girtî ye û 83 salî ye. Her wiha saziyên diyar kir ku Ozkan hem nexweşê dil e û hem jî gelek nexeşiyên din pê re hene û bi kelepçeyê tê dermankirin.