25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelên cîhanê berxwedana kurdan a Kobanê pîroz dikin

Piştî berxwedana Kobanê dest pê kir, bi milyonan kurd li çar aliyê cîhanê rabûn ser piyan. Kurdistaniyan berê xwe dan Kobanê û bi berxwedana dîrokî DAIŞ têk birin. Her sal 1'ê mijdarê gelên cîhanê berxwedana kurdan a li Kobanê û têkçûna DAIŞ'ê pîroz dikin

Şoreşa Rojava ku felsefe û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi ruh dike, ji bo gelên herêmê bûye pergala çareseriyê. Yekem car ji bo gelên Rojhilata Navîn û herêmê çareseriyeke mayinde afirandiye, bûye hêvî û kelecaneke mezin. Berxwedana dîrokî li Kobanê û tevahiya Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi navê mirovahiyê hate meşandin. Vê berxwedanê ne tenê li Rojava û Rojhilata navîn, li nava tevahiya mirovahiyê hezkirin û piştgiriyek mezin afirand. Şoreşa Rojava ji aliyê kurd, ereb, suryanî, tirk Ewropa, Emerîka, Kanadayê Rojhilatê Dûr bi berxwedana mirovên enternasyonalîst ên ji gelek gel û parzemînan pêk hat. Bi xwedîderketina li Rojava nîşan dan ku şoreşa Rojava nirxeke hevpar, şoreşeke mirovahiyê ye. Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de şoreşa Rojava weke şoreşa xwe dîtin û bi vî rengî tevgeriyan. Şoreşa Rojava yekem car li Kobanê dest pê kir. Agirê Şoreşa Rojava li Kobanê hil bû. Piştre li Cizîr, Efrîn û bajarên din belav bû. Gelê Rojava piştî gavên şoreşê ‘Xweseriya Demokratîk’ îlan kirin.

DAIŞ têk çû

DAIŞ a ku 5 salan li qada Sûriyeyê li dijî gelan û dewletan şer kir, hewl da li Rojhilata Navîn planên xwe yek bi yek têxe meriyetê. DAIŞ’ê ku ewil Reqqa dagir kir, piştre di hezîrana 2014’an de Mûsil, di 3’yê Tebaxa 2014’an de Şengal dagir kir. DAIŞ’ê piştî Şengal dagir kir bi hezaran êzidî qetil kirin û bi hezaran jinên êzidî revandin û li bazara koleyan firotin. DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî êzidîyan fermana 73’yan pêk anî. Lê hemû welatên cîhanê li dijî vê komkujî û talankirinê bêdeng man. Tenê hêzên HPG/YJA Star û YPG/YPJ’ê bi hawara gelê êzidî ve çûn û bi hezaran êzidiyên Şengalê ji destê DAIŞ’ê xelas kirin, derbasî Çiyayê Şengalê kirin. Piştre jî derbasî axa Rojava kirin.

Ji sê aliyan ve êrîşî Kobanê kir

Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an ji sê aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê kirin. Çeteyan bi hişmendiya kuştin, talan û wêrankirinê bi hemû cureyên çek û cebilxaneyên giran êrîş dikirin. Li hemberî hemû cure êrîşan şervanên YPG û YPJ’ê berxwedana bê hempa dan meşandin. Di encama berxwedana meh û nîvekê de berxwedana şervanan di cîhanê de deng veda. Bi awayekî hevbeş di 1’ê Mijdara 2014’an de li sê aliyên Kurdistanê û 30 dewletên cîhanî çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê dest pê kirin. Bi milyonan gel dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê bê navber berz dikirin û nîşaneyên serkeftinê mezin dikirin. Di 1’ê mijdara 2014’an de li ser banga ronakbîr, hunermend, nivîskar û kesên xelata Nobelê girtine 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Piştî vê yekê her sal li seranserî cîhanê çalakî tên lidarxisitn. Kobanê, 134 roj şûn de di 26’ê Çileya 2015’an de bi temamî ji DAÎŞ’ê rizgar bû û DAIŞ bi temamî li Kobanê têk çû. 12 şervanên di fermandariya Rodi Efrîn de biryara berxwedanê dan û bi gotina “Em ê heta dawî li ber xwe bidin û destûr nadin ku dijmin têkeve axa Kobanê.” Li Gundê Serzûrî li dijî DAIŞ’ê tovê berxwedanê çandin û şer kirin. Piştre li Navenda Kobanê, Arîn Mîrkan, Gelhat Gabar, Êrîş Efrîn, Zozan Kobanê û Baran Kobanê jî di navde bi sedan şervanên Kurd li dijî DAIŞ’ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan.

Berxwedan mezin bû

Piştî berxwedana Kobanê dest pê kir, bi milyonan kurd li çar aliyê cîhanê rabûn ser piyan û bertekên xwe anîn ziman. Bi hezaran kurdên çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê. Dema şerê li Kobanê li dijî DAIŞ’ê berdewam dikir, di 22’ê îlona 2014’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de got; “Têkçûna Kobanê têkçûna hemû Kurdistanê ye. Divê her kes li gorî vê rastiyê tev bigerin” û banga mezinkirina têkoşînê kir. Piştî gotina “Kobanê, mifteya çareseriya pirsgirêka kurd e” gelê kurd ji çar aliyan herikîn Kobanê û li dora Kobanê kom bûn.

Peyama Ocalan

Li ser banga Ocalan a berxwedanê, gelê kurd li dora Kobanê kom bûn û berxwedan xurt kirin. Di şerê Kobanê yê li dijî DAIŞ’ê de li ser sînorê Riha û Kobanê hat dîtin ku leşkerên Tirkiyeyê piştgiriyê didin DAIŞ’ê. Dîsa Serokkomar Recep Tayip Erdogan got ‘Kobanê ha ket ha dikeve” dijberiya xwe ya li dijî Kobanê anî ziman. Li dijî van gotinan gelê kurd li her derê rabû ser piyan û berê xwe da Kobanê. Gelên ku piştgirî dan Kobanê li welatên Almanya, Îtalya, Fransa, Hollanda, Qibris, Avusturya, Swêd, Belçika, Yewnanistan, Îspanya, Komara Çek, Îngilîstan, Swêd, Danimarka, Norveç, Fînlandiya, Hindistan, DYA Arjantin, Ekvador, Honduras, Kanada, Avustralya, Venezuela, Pakistan û Şîlî çalakî li dar xistin. Piştî berxwedan pêş ket, têkilî û tifaqa nava gelan jî zêde bû. Li aliyekî êrîş zêde bûn û Tirkiyeyê jî piştgirî da DAIŞ’ê, li aliyê din di pêşengiya DYA’yê de Hêza Koalisyona Navneteweyî bi balafirên şer nokteyên DAIŞ’ê bombe kirin. Piştî gelê kurd li dora Kobanê bûn xelek û şervanên kurd li dijî DAIŞ’ê şerekî eman dan, DAIŞ li Kobanê têk birin. Di pêvajoya şer giran bû de gelê kurd di 6-8’ê cotmehê de li hemû bajaran dest bi çalakiyan kirin û bertekên xwe anîn ziman. Piştî şervanên kurd DAIŞ têk bir, hikûmeta Tirkiyeyê li dijî vê yekê bêzar bû. Li şûna DAIŞ’ê, Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) bi rêxistin kir û li herêmê bi cih kir. Bi hêza OSO ku ji leşkerên bi çek pêk tê, ketin axa Cerablus, Ezaz, Babê. Piştî axa Ezaz û Bab’ê dagir kir, di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kirin.

Kobanê dewlemend e

Kobanê ji hemû aliyên xwe ve dewlemend e. Ji ber ku di erdnîgariya wê de ava Firatê derbas dibe. Lê hêzên desthilatdar nehiştine av were Kobanê. Destûr nedane ku gel çandiniyê û debarê li ser vê avê bikin. Kobanê û Ruha cîranê hev in. Di dîroka mirovahiyê de cihek pir giring e. Vî bajarî ji gelek pêxemberan re malovanî kiriye û di heman demê de cîrantî ji Xirabreşkê re jî kirye. Kobanê ya ku bajarekî deriyê wê di tevahiya dîrokê de ji her kesî re vekiribû, bûye rêya çûn û hatinê. Kobanê li rojavayê Kurdistanê wekî pirekê ye. Ji ber ku di navbera bakur û rojavayê Sûriyeyê de ye. Di sala 1964’an de li hemberî Kemera Ereban a ku li wir dihat ferzikirin bê avakirin Kobanê li ber xwe daye û cihekî ku ji eşîran pêk tê bi axa xwe ve girê dane. Sala 1915’an dema Komkujiya Ermeniyan li Tirkiyeyê pêk hat, ermeniyên ku koç kirin gelek ji wan di Kobanê re derbasî rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara yekem di Kobanê re derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Kobanê herdem kurditiya xwe parastiye û gelê kurd ê Kobanê heya dawî girêdayî çanda xwe ye.

7 sal in cîhan vê rojê pîroz dike

Komên çeteyên çekdar ên DAÎŞ’ê, yekem car 7 sal berê di sala 2014’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê Kobanê de têk çûn. Şervanên kurd piştî DAIŞ têk bir êdî gelê Kobanê xwe bi xwe bi rêve dibe. Têkoşîna gelê Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê, li Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê di dîrokê de rûpelek nû vekir. DAIŞ’a bûbû belaya serê cîhanê, li Kobanê têk çû. Gelê Kobanê bi berxwedana xwe li hemû cîhanê nav û dengê xwe belav kir.