Çarşem, Gulan 19, 2021

Gelên Qamişloyê jiyana hevpar diparêzin

Hêza girêdayî rejîma Suriyeyê Dîfaa El-Wetenî ku li herêmê bi çetebûnê jî tê binavkirin, 20’ê nîsanê li Qamişloyê, êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Li ser vê êrîşê, şer derket û endamek asayîşê jiyana xwe ji dest da. Piştre li navenda Qamişloyê li dijî vê hêzê operasyon hat destpêkirin. Di encama operayona li hemberî hêzên Dîfaa El-Wetenî de taxa bi navê Tey ji aliyê asayîşê ve hat kontrolkirin û welatiyên ji ber şer û pevçûnan ji malên xwe derketibûn vegeriya malên xwe.

Piştî şer endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslîm têkildarî êrîşan diyar kiribû ku ev lîstika Rûsya û Şamê ye ku bi vî awayî dixwazin li herêmê tevliheviyê çêbikin û bêewlebûnê li nav gel belav bikin. Muslîm her wiga bal kişandibû ser têkiliyên Şam û Tirkiyeyê û destnîşan kiribû ku têkiliyên wan li ser bêewlekirina herêmê ava bûne û wiha gotibû: “Her du alî jî dixwazin baweriya ji Rêveberiya Xweser têk bikin û îstiqrara herêmê xera bikin. Divê gelê me li hemberî van planan hişyar be.”

Endamên Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hekem Xelo û Hisên El-Sade û berdevkê suryan, keldan û suran Yusif ‎Ilyas têkildarî şer û aloziya li Qamişloyê ji ANHA’yê re axivîn.

‘Şam neguheriye’

Hekem Xelo diyar kir ku aloziya li Qamişloyê bi şerê li Sûriyeyê giştî ve girêdayî ye û wiha got: “Ev alozî dide xuyakirin ku hikûmeta Şamê hişmendiya xwe neguhartiye û hîn jî hewl dide projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a ku Rêveberiya Xweser hewl dide ava bike û di nav civakê de xurtir bike, têk bibe, ji ber ku ev projeya demokratîk ne li gorî hişmendiya wê û hişmendiya hin dewletên herêmê yên wekî Tirkiyeyê ye.”

‘Dixwazin efrînyan koçber bikin’

Xelo da zanîn ku fitneyên hikûmeta Şamê bi rêya çeteyên Dîfaa El-Wetenî derdixe û ambargoya li ser kantona Şehbayê û taxa Şêxmqsûd ferz dike, planên hevbeş ên di navbera wê û Tirkiyeyê de ne. Xelo got:”Hikûmeta Şamê bi rêya ambargoyê hewl dide şêniyên herêmê û koçberên Efrînê yên ku hêvî dikin li erda xwe vegerin, koçber bike, da ku doza dagirkirina Tirkiyê ya ji Efrînê re bi dawî bike û Tirkiye jî planên xwe yên guhartina demografiyê temam bike û rê li pêşiya çareserkirina doza Efrînê bigire.” Xelo anî ziman, ew pê bawer in ku şêniyên li herêmê li dijî van komployan in.

‘Em tev xelkê vî welatî ne’

Têkildarî mijarê, Yûsif ‎Ilyas diyar kir ku rageşiyên li Qamişlo û taxa Şêxmeqsûd jî plansazî û kiryara Erdogan e û armanca wî ew e ku ‎fitneyan di nav gelên herêmê de derxe.‎ Ilyas piştrast kir ku rûspiyên eşîran dê fitneyan têk bibin û civakê hişyar bikin ku fitne ne ji ‎bo berjewendiyên gel û welat in û wiha domand: “Em tevahî kurd, ereb, suryan û asûr xelkê vî welatî û Sûriyeyê ne ku ji bo tunekirina DAIŞ`ê gelek şehîd dan.‎”

‘Em nahêlin şerê kurdan bikin’

Hisên Sade destnîşan jî kir ku ew nahêlin tu hêz şerê kurdan bike û wiha got: “Kurd û ereb xwîna wan yek e û gelê kurd ji destpêka şoreşê ve ji bo parastina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi hezaran şehîd dan, herêmên me ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Me bi hev re dest bi rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Lewra divê kesên xwedî wijdan fedakariyên kurdan ji bîr nekin û li pey van fitneyan neçin, ji ber ku HSD`ê ji despêkê ve hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilat Sûriyê hembêz kir.”

QAMIŞLO