spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelheya Êlihê 608 hezar e lê 70 hezar derzî hatine kirin

Li Tirkiye û nexasim li Kurdistanê rewşa derzîkirina Covîd-19’ê di rewşeke xerab de ye. Li gorî gelheyê rêjeya derzîkirinê li Kurdistanê pir kêm e. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Tenduristî û Civakî (SES) a şaxa Êlihê Denîz Topkan der barê rewşa derzîkirinê de axivî. Topkan di axaftina xwe de bal kişand ser rêjeya derzîkirinê ya li bajarê Êlihê û wiha got: “Di 2 rojên dawî de li bajêr testa 120 kesan pozîtîf derketiye, nifûsa bajêr 608 hezar e lê het niha tenê 70 hezar kes hatine derzîkirin.”

  Pêvajo li gorî turzîzmê tê birêvebirin

Topkan di berdewamiya axaftina xwe de diyar ku pêvajoya pandemiyê li gorî turîzmê tê birêvebirin û wiha berdewam kir: “Biryarên qedexeyan bûn sedem ku gel di malên xwe de girtî bibin lê ev yek bû sedema pirsgirêkên cudatir. Beriya ku di mal de girtî bibin divê testa PCR’ê bihata kirin. Lê test nehat kirin û yê ku bi şewbê ketibûn li malê nexweşî belav kirin. Tenê biryaran digirin û cezayan dibirin.”

Rêjeya derzîkirinê pir kêm e

Topkan ragihand ku rojê 200 testên PCR’ê tên kirin û 60 ji van testan pozîtîf derdikeve û wiha pê de çû: “Piştî qedexeyan gel bi gelheke pir zêde derdikeve derve û ev yek jî dê rê li ber belavbûnê negire. Berovajiyê wê dê bibe sedema zêdebûna pêketiyan. Gelheya bajêr 608 hezar e lê tenê 70 hezar kes hatine derzîkirin.”