Rojnameya Heftane

Gelo çima bêdeng in!

Jinên kurd êrîşên li hemberî Başûr û Rojava şermezar kirin, bertek nîşanî bêdengiya sazî û dezgehên mafên mirovan û Yekitiya Neteweyî dan. Jinan banga darizandina sûcdaran kir

Navenda Nûçeyan

Bertek û nêrazîbûnên li hemberî erîşên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê didomin. Bi taybetî vê hefteyê nêrazîbûnên jinan li pêş bûn. Li rojava, bakur û başûrê Kurdistanê jinan bi daxuyanî û çalakiyan êrîşen pêk hatin şermezar kirin. Di çalakiyên xwe de bêtir li ser bêdeniya Yekitiya Neteweyî, sazî, dezgehên sivîl û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî rawestiyan.

Jinan destnîşan kir ku bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşan tê wateya erêkirina êrîşan. Jinên li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî bêhelwestiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrîşan, nameyek ji Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan ya Iraqê re şandin û di nameya xwe de cih dan kiryarên li hemberî wargehê. Her wiha Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê jî nameyek ji serok û Federasyona Rûsyayê re şand. Me xwest em naveroka nameya jinan bikin mijara vê hefteyê.

Jinên Mexmûrê di nameya xwe de wiha behsa serpêhatiyên xwe kirin: “Em penaber in û rêwiyên guhertina 9 waran in. Em ji ber zilma dewleta tirk derbasî xaka Herêma Kurdistanê bûn. Di her guhertina cih û warekê de me warek xira kir û yek din ava kir.”

Xaka Mezepotamyayê ji gelek netewe, çand û baweriyan re malovanî kiriye. Lê belê ligel vê dewlemendiya xaka Mezopotamyayê jî ji ber polîtîkayên dewleta tirk di sala 1990 û 1992’yan de 4 hezar û 500 gundên me hatin şewitandin, bi sedan welatî hatin qetilkirin, bi hezaran mirov cih û warên xwe terk kirin. Di sala 1998’an de bi destûra dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbuyî em hatin li vê derê bi cih bûn. Ev 20 sal in em li herêma Mexmûrê dijîn.

Jiyana di xetereyê de…

Ji sala 1998’an heya 2014’an em dikarin bêjin ligel her tiştî jiyana me penaberan heya asteke diyar di bin ewlehiyê de bû û gelek pêwîstiyên me penaberan ji aliyê dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ve dihatin dabînkirin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an û şûnde hem jiyana gelê wargehê ket xeteriyeke mezin, hem jî di aliyê debarkirinê de gel ket nav tengasiyên mezin. Ji sala 2014’an heya roja me ya îro bi dehan caran çeteyên DAIŞ’ê êrîş pêk anîn.

Niha ji 12 hezarî zêdetir kes li wargehê dijîn. Li wargehê zarok, jin, extiyar û nexweşên giran hene. Ji ber ku em penaber in û wargeheke penaberan e hemû derfetên me yên jiyanê sînordar in. Jixwe derûniya penaberiyê, kêmderfetî, êş û hesreta warên bab û kalên me ya di dil de dibe derdek dikeve dilê mirov. Di êrîşan de bi temamî jiyana me dikeve bin xeteriyê.

Li vir ewlehî tune ye

Ji sala 2017’an ve heta îro wargeha Mexmûrê 5 caran ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk ve hatin bombekirin. Di van bombebaranan de gelek hemwelatiyên wargehê hatin qetilkirin û birîndar bûn. Em gelek caran dipirsin çawa çêdibe ku balafirên dewletekê sînorên dewletekê derbas dike? Wargeha me hem di bin ewlehiya dewleta Iraqê û hem jî di bin ya Neteweyên Yekbûyî de ye. Lê çima bêdeng û bêhelwest in.

Niha tu ewlehiya jiyana me nîne, em li ser xaka Iraqê dijîn û em li vir penaber in bi destûra wan li vir bi cih bûne. Lê em dibînin ewlehiya me tune ye. Serweriya xaka Iraqê tê binpêkirin. Gelo çima destûr ji van êrîşên hewayî re tên dayîn? Gelo çima sahaya hewayî ji van balafiran re nayê girtin? Çima li beramberî van êrîşan ya pêwîst nayê kirin?”

Çima pêşî li êrîşan nayê girtin?

Di êrîşa 23’yê hezîranê ya li hemberî gundê Helincê yê bajarê Kobanê de, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, ji Rêvebera Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û Emîne Mihemed Weysî canê xwe ji dest dabûn. Jinên rojavayî di nav hefteyê de bi çalakiyên curbicur qetilkirina jinan şermezar kirin. Koordînasyona Kongreya Star a Rojava jî ji Serok û Federasyona Rûsyayê re nameyek şand. Jinan di nameya xwe de bal kişand ser bêdengiya raya giştî. Lê belê nameya jinan ji hêla serok û Federasyona Rûsyayê ve nehat qebûlkirin.

Jinan di destpêka nameya xwe de bal kişand ser êrîşa pêk hatî. Di nameya jinan de ev tişt cih girtin: “Di 23’yê hezîrana 2020’an de careke din em bûn şahidê sûcê şer. Emîne Mihemed Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl li gundê Helinceya Kobanê ji aliyê balafirên keşfê ve hatin hedefgirtin û hatin qetilkirin. Ji ber vî sûcî em ji hikûmeta Rûsyayê û hêzên wê yên li Sûriyeyê daxwaz dikin ku bi erkên xwe rabin û pêşî li van êrîşan bigirin.

Li herêmê gelek sûcên şer hatin kirin. Wekî mînak li Serêkaniyê li dijî sivîlan çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Ev yek di cotmeh û mijdara 2019’an de hat belgekirin. Tirkiyeyê tu carî dev ji êrişên xwe yên li ser niştecihên sivîl û êrîşên leşkerî yên li dijî xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekinand. Li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kiryarên dijmirovahî tên kirin. Qetilkirin, revandin û îşkence her roj berdewam dike. Jin jî rastî her cure îşkenceyê tên. Jin hedef tên girtin. Em banga li serok û hikûmeta Federasyona Rûsyayê dikin û dibêjin li dijî êrîşan divê gavên bi lez bên avêtin.”