20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?

Ebdulkerîm Qasim, ji pêkhateya nasyonaslîst a erebî e. Lê paşê felsefeya sosyalîzmê nas dike û li Iraqê dibe şopdarekî wê yê xurt. Qasim, bi alîkariya çend fermandarên payebilind ên leşkerî sala 1958’an bi darbeyeke leşkerî dawî li qraltiya Melîk Faysalê 2’yemîn tîne û li Iraqê pergala komarê ava dike.

Di vê serdemê de pêla pergala komargerî û sosyalîzmê li Iraqê (li tevahiya herêmê jî) her diçe bilind dibe. Ev jî rastî nerazîbûna şahidiya Îranê û DYA’yê tê. Lewma salên 1959 û 1963’yan du caran li hemberî Ebdulkerîm Qasim hewldana darbeya leşkerî pêk tê. Di 1959’an de hewldana yekem a darbeyê nagihîje armanca xwe lê darbeya duyemîn a 1963’yan li hemberî Ebdulkerîm Qasim ku Baasa Iraqê pêşengiya wê dikir, pêk tê û digihê encamê. Bi vê darbeyê, li Iraqê dawî li pergala komargeriyê tê û sîstema Baasa sunnîger tê ser desthilatdariyê. Jixwe tê zanîn ku ev pergala xwe dispêre nijadperestiya erebî ya sunnî heta sala 2003’ya bi destwerdana DYA’yê û hilweşandina rejîma Seddam Huseyîn didome…

Di vê heyamê de ku cîhan bi du bîrdoziyên serdest ên weke kapîtalîzm û sosyalîzma pêkhatî dihat birêveberin, sîstema komargerî weke alternatîfekê derdiket pêş û zêdetir ji bendewariyên xelkê re dibû bersiv. Lê belê pergala DYA’yê ya kapîtalîst ji vê pêşketinê nerazî bû. Bi destwerdanê, yan jî bi hilweşandinê divê bixista xizmeta xwe.

Ji sala 2003’yan ve pergal hat guhertin, hilbijartin çêbûn, kes û eniyên cuda hatin desthilatdariyê. Lê belê qeyrana civakî-siyasî-leşkerî-aborî hwd. kûrtir, firehtir bûne û bûne girekorek. Nexasim bi derketina DAIŞ’ê, derketina hinek hêzên din ên leşkerî-siyasî li Iraqê pirsgirêk kûrtir bûye. Piştî hemû hewldanên çareseriyê yên di nav pergala Iraqê de bê encam man, herî dawî Mistefa Kazimî weke figurekî rizgarker ku hîç nedihat nasîn, derkete holê. Baş e Mistefa Kazimî kî ye, dixwaze çi bike û kî li pişt wî ye?

Mistefa Kazimî, kesayetekî şia û xwedî feraseta neteweperestiya erebî ye. Lê belê heta niha jî rûyê xwe yê rast nîşan nedaye ku xwedî kîjan bîrdoziyê ye. Ev mijar zelal e ku Kazimî berê di nav istîxbarata Iraqê de cih girtiye; pêwendî û girêdanên wî yên kûr bi îstixbaratên herêmî û cîhanî re hene. Lewre der barê xalên lawaz ên hundirîn û derveyî de serwext e…

Di dema teqdîmkirina Mistefa Kazimî ya ji bo serokwezîrtiyê de DYA’yê li Iraqê manewrayeke siyasî kir: ew jî ‘pak-kirina Sedam Huseyîn bû!’ Ango got ‘çekên Sedam Huseyîn ên kîmyewî nîn bûn’. DYA’yê bi vê gavê xwest dilê aliyê sunnî xweş bike, bi şîayan re lihevkirinê bide çêkirin ku her du alî jî piştevaniya Kazimî bikin. Ev manewraya siyasî ya DYA’yê di rastiya xwe de ji bo mayîndekirina hebûna xwe ya li Iraqê bû ku bikare hebûna Îranê lawaz û bêbandor bike. Kazimî, bi angaşta çareserkirina ‘xalên sor’ hat ser desthilatdariyê. Çi ne ew xal heta niha kesî nekariye çareser bike?

– Divê hinek komên di nav Heşdî Şebî de ku nêzî Îranê ne divê bên bêbandorkirin.

– Parastina binke û baregehên DYA’yê û mayîndekirina hebûna wê ya li Iraqê.

– Sînordarkirina desthilatên federalî (hikûmeta herêma Kurdistanê-Şengal) û li seranserê sînor serwerkirina artêşa Iraqê!

– Li ser navê zêdekirina îtîbara dewletê dixwaze hemû hêza çek û çekdaran ji zagona fedaralî derxe, bixe bin kontrola desthilatdariya navendî.

– Dixwaze hemû deriyên sînor û çavkaniyên sererd û binerd bixe bin serweriya desthilatdariya navendî.

– Dîsa divê Kazimî di demeke kurt de serjimariyê çêke û welat ji hilbijartineke asayî re amade bike.

– Qedandina gendeliya aborî-siyasî-ewlehî..!

Heta niha bi qasî aşkera bûye yek ji yên piştgiriyê didin Kazimî DYA ye û beşek ji xelkê Iraqê ye…

Gelo çiqas pêkan e ku Kazimî bi ser bixe? Bi destgirtina van xalên sor dê Kazimî Iraqê bigihîne aramiyê, yan hilweşînê? Gelo Kazimî jî dê bi derdê Qasim biçe yan na? Gelo wiha bidome di Iraqê de wê şerekî navxweyî pêk were û dîsa DYA (NATO) bibe ‘rizgarker û hewariyê demokrasiyê!’

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê