24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo korona proje ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di van demên dawî de yekem rojeva cîhanê bûye vîrûsa koronayê. Felaketa tenduristiyê mirovahiyê xistiye bin metirsiyek mezin. Heta niha tu rêyeke çareseriyê ya ku dilê mirovan rehet bike derneketiye holê. Gelo bi rastî jî asta ilm û zanistî li hemberî vê vebaya mezin bê çare maye ango hin aliyên tarî pêşî li rêya çareseriyê digirin.

Di halê heyî de mirov dikare bêje ev vîrus îro li hemû welatan belav bûye. Lewma hemû welat li hemberî vê vîrusê di nav têkoşînekê de ne. Her welat di çarçoveya derfetên heyî de hin tedbîran digirin. Lê di daxuyaniyên tên dayîn de tişta ecêb û mirov matmayî dihêle ew e ku tê gotin ev vîrus pîr û kalan bandor dike. Yanî bi awayekî zirav û polîtîk dibêjin ku bila kes netirse yên ji ber nexweşiya vê vîrusê jiyana xwe ji dest didin pîr û kal in ew jî di nav civakê de giran in. Mixabin dema mirov li asta tedbîr û nirxandinên rayedaran mêze dike ev rastî bi awayekî vekirî tê dîtin. Ev têgih, têgiha pergala kapîtalîzmê ye. Li gor vê têgihê pîr û kal êdî nikarin kar bikin û di nav civakê de nikarin aktîf bibin her tim dibin bargiranî. Lewma hin welat bi awayekî vekirî nebe jî got ku “Li gor pêşveçûna vîrûsê em ê tedbîran bigirin” yanî dixwazin bêjin ger vîrus derkeve derveyî hedefa hatiye diyarkirin ew ê mudaxele bikin. Lewma piştî van nirxandin û daxuyaniyan pirsa gelo ev vîrus di jêrzemînên laboratuvaran de hatiye çêkirin, tê bîra mirov. Ger tiştekî bi vî rengî hebe ev sûcê mirovahiyê yê herî mezine.

Lê wek her vîrusê, vîrusa koronayê jî di metebolîzmaya xwe de diguhere lewma li gorî agahiyên ji navendên lêkolînên tenduristiyên tên dayîn, li hemberî vîrusa tîpa nû ya koronayê (Kovîd-19) ciwanên gihaştî jî êdî ji vê vîrusê bandor dibin. Niha êdî hedef ne pîr û kal in êdî di nav civakê de beşa herî aktîf a kar û xwedî ezmûn bûye hedefa vê vîrusê. Ji ber vê yekê jî di qada navneteweyî de alarma tehlûkeyê ketiye dewrê.

Li hemberî vê vîrusa ji jêrzemîna Çînê derket holê heta niha rêyek çareseriyê nehatiye dîtin. Hin welat li gorî asta xwe ya ilim û zanistê heta radeyekê tedbîrên xwe girtin. Hin welat jî bi rêyên cuda li çareseriyan digerin. Bi taybetî welatên zedê girîngiyê nadin ilim û zanistê hewl didin ku bi rêyên cuda bersivekê bidin civaka xwe. Yek ji van welatan jî Tirkiye ye.

Reveberiya Erdogan ji roja destpêkê ve bi nirxandin û daxuyaniyên xwe ve da diyarkirin ku ew li hemberî vê rewşa tê jiyîn neçar mane. Ligel ku hemû cîhan dizanî li Tirkiyeyê hin kes bi vîrusê ketine jî rayedaran ev rastî her tim veşart. Di halê heyî de her çiqas hin hejmar hatibin dayîn jî ev hejmar ne rast in û rewşa tehlûkeya li Tirkiyeyê tê jiyîn nade aşkerakirin.

Tayyîp Erdogan ji bo çareseriya vîrusê rêyek ji çar gavan pêk tê, pêşniyar kir. Ev çibûn; yekemîn sebir, duyemîn dia, sêyemîn dîn û çaremîn jî îman bû.

Me got asta ilm û zanistê girîng e. Bi van pêşniyarên Erdogan, gelo dewleta tirk wê çiqas bikaribe pêşî li vê vîrusê bigire. Di halê heyî de vîrus jî ji bo hîn bi bandor bibe di nav xwe de diguhere wek me li jor jî got êdî hedef ne pîr û kal tenê ne, di hedefa vê vîrusê de êdî ciwan jî hene. Lewma pêwîstî heye ku rayedar êdî dev ji xwe berdin û ji bo tenduristiya civakê tevbigerin.