18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo li Başûr çî diqewime

Di demên dawiyê de kuştina efserê Yekitiya Niştiman a Kurdistanê (YNK), berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û peşmergeyê YNK’ê yê başûrê Kurdistanê bû sedema nakokiyan. Ev yek dibe sedema pirsan ku gelo di nav her du partiyan de çi diqewime? An jî kuştina wan tesadûfî ye gelo? Der barê mijarê de heta niha rayedarên aliyan tu agahî nedane raya giştî.

Efserê YNK’ê Muqedem Selam Reza ku bi navê Selam Mentik jî tê naskirin, li bajarê Hewlêrê rastî êrîşeke çekdarî hat. Muqedem bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Hewlêrê. Salar Sabir ê ku parêzvanê taybet ê berpirsê PDK’ê Erselan Elî ye jî di mala xwe de hat kuştin. Her wiha pêşmergeyê YNK’ê Mecîd Îbrahîm, li Herîrê jî di 14’ê çileya vê salê de ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû binçavkirin û piştî du rojan hat diyarkirin ku Mecîd miriye. Piştre derket holê ku li ser bedena Mecîd şopên îşkenceyê hene.

Lijneya Hevbeş a Parlamentoya Herêma Kurdistanê li hev civiya û dosyaya pêşmergeyê YNK’ê Mecîd Îbrahîm ê bi guman jiyana xwe ji dest da, guftûgo kir. Piştî temamkirina lêkolînê hat diyarkirin ku wê raporek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bê kirin.  HEWLÊR