Rojnameya Heftane

Gemara 5 hezar salî

Ev pergala tecawizê ku xwedî dîrokeke 5 hezar salî ye, li Kurdistanê wek şerê taybet hatiye sazkirin. Exlaqê civaka kurd bi bedena jinê tê hilweşandin. Her roj bi tecawizê civaka gelê kurd tê hedefgirtin

Navande Nûçeyan

Van rojan bi taybetî li Kurdistanê bûyerên herî zêde diqewimin û mijara ku herî zêde li ser tê nîqaşkirin, tecawiz û çanda tecawizê ye.

Bi taybetî piştî xwekuştina jina ciwan Îpek Er ku rastî tecawiza çawişê pispor Mûsa Orhan hat û parastina çawişê pispor a ji aliyê rayaderên dewletê ve, ev mijar ket rojeva jinên kurd.

Çanda tecawizê çi ye û çawa li nav civakê xwe da der? Divê beriya her tiştî ev pirs bên bersivandin. Dema ev pirs bên bersivandin û zanîn, rê û rêbazên li hemberî van tecawizê jî dê bên zanîn.

Çanda tecawizê xwe dispêre dîrokeke 5 hezar salî. Ev çanda tecawizê ku xwedî dîrokeke 5 hezar salî ye, piştî avabûna şaristaniya Sumeran derket holê. Yanî ev çand piştî avabûna dewletan, ji aliyê zihniyeta mêran ket nav civakê.

Çanda tecawizê ji aliyê dîrokî û civakî ve xwe dispêre mêrê serdest. Mêrê serdest (piştî ji xwezaya xwe yanî ji civaka dayiksalariyê dûr ket) ji bo pergala xwe di nav civakê de ava bike yekser êrîşê pergala dayiksalariyê kir. Çimkî mêr dizanibû ku avakirina pergala xwe ya her cureyên kirêtiyê di nav xwe de dihewîne, bi têkbirina jinan pêkan e. Ji bo avakirina pergala xwe serî li her cure xirabiyê da. Yek ji wan xirabiyan jî avakirina pergala tecawizê ye.

Di esasê xwe de çanda tecawizê ji rê derketina azadiyê, tevgera derveyî xwezaya civakbûnê ye. Mêrê serdest bi tecawizê di kesayeta jinan de xwest hemû civakê bixîne. Ji bo vê jî bi her awayî êrîşî jinan kir, hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê derûnî ve. Êrîşî hemû nirxan kir. Her tiştên ku xwe dispêre çanda dayiksalariyê bû hedefa mêrê serdest.

Divê neyê jibîrkirin tecawîz tenê li bedena jinê nayê kirin. Pergala mêr ji nirxên civakî bigire heta aborî, huner, ziman û hwd. tecawizê her tiştên aîdê civakê dike û vêya jî li ser jinê pêk tîne.

Ev pergala tecawizê ku xwedî dîrokeke 5 hezar salî ye, li Kurdistanê wek şerê taybet hatiye sazkirin. Exlaqê civaka kurd bi tecawiza li bedena jinê tê hilweşandin. Her roj bi bûyerên cuda yên tecawizê civaka kurd tê hedefgirtin.

Bi dehan salan e şerê taybet bi destê polîs, leşker, cerdevan û hwd. ên dewletê ve li Kurdistanê wek polîtîkayekê tê meşandin. Heta çapemeniya alîgir jî parçeyekî vê ye. Çapemeniya alîgir bûyerên bi vî rengî yên li Kurdistanê rewa û wek erkekî ‘şerê li dijî terorê’ nîşan dide. Yanî li Kurdistanê jinên kurd hem ji ber nasnameya xwe ya zayendî hem jî ji ber nasnameya xwe kurdbûnê rastî tecawizê tên.

Nexwe divê rê û rêbazên li hemberî vî şerê taybet ê tecawizê çi bin?

Divê destpêkê malbatên kurd rastiya şerê taybet bi zarokên xwe bidin nasîn. Bi taybetî divê jinên ciwan li hemberî polîtîkayên tecawizê bên agahdarkirin. Heta ev rastî baş neyê nîşandan dê têkoşîna li hemberî vê yekê gelek zehmet be. Piştî malbatê divê rêxistinê jinan ên li Kurdistanê der barê vê yekê de perwerdeyan bidin, broşurên agahiyê belav bikin. Çimkî piştî malbatê berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê sazî û rêxistinên jinan.

Divê tu carî neyê jibîrkirin, jinên kurd li Kurdistanê tenê ji ber nasnameya xwe yên kurdbûnê rastî tecawizên rayaderên dewletê tên. Dixwazî keça cerdavanekî be, dixwazî keça leşker û polîsekî be yan keça welatparêzekî be, keça kî dibe bila bibe ji ber nasnameya kurd, jin her tim dibin hedefa dewletê.

Ji bo têkoşîna li dijî şerê taybet a tecawizê divê jinên kurd ji 7 salî heta 70 saliyan xwe ji her alî ve birêxistin bikin. Xwe û civakê li dijî polîtîkayên vê rengî perwerde bikin. Her wiha divê hemû civak xwe di vê mijarê de berpirsyar bibîne û li gorî vê berbirsyariyê tev bigere.