20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gencer behsa plana xwe ya qetlîamê kir

Rûniştina doza Denîz Poyraz a ku di 17’ê hezîrana 2021’ê de li avahiya HDP’a Îzmîrê ji hêla Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Îzmîrê didome. Piştî navberê, heyeta dadgehê xwest kujer Onûr Gencer parastina xwe bike. Serokê dadgehê sûcên di îdianameyê de xwendin û ji kujer xwest ku parastina xwe bike.

Gencer di parastina xwe de got: “Birêz serok, beriya her tiştî ev bûyera xwîndar xwe disipêre paşerojeke dûr û dirêj. Di sala 1998’an de dest pê kir. Wê çaxê HDP’iyan gef li diya min xwarin. Derûniya diya min xirab bûbû. Di dema bûyerên Kobanê de pêşiya min hatibû girtin. Li Sûriyeyê li hemberî min suîqastek çêbû. Ji ber ku tiştek nehat kirin û ji ber gelek travmayên ji ber PKK’ê hatin serê min, min ev bûyera xwîndar kir û nepoşman im. Dixwazin Denîz Poyraz û malbata wê bên vekolandin. Ez wiha difikirim ku di kuştina hin îstixbaratvanan de tiliya Denîz Poyrazê heye.”

Serokê dadgehê ji kujer Gencer pirsî: “Çima te çalakiyek bi vî rengî kir?”

Gencer: “Ji bo kela dilê xwe rihet bikim, ji travmayan xelas bibim û xwe baş his bikim min kir. Her wiha ji bo pêşî li ber rêxistina HDP/PKK’ê bigirim min kir. Min bi xwe kir.”

Serokê dadgehê: “Te ev biryare çawa girt û berî çalakiyê te çi kir?”

Gencer: “Li Sûriyeyê YPG’ê li hemberî min sûîqastek kir û heyfa vê yekê nehat stendin. Ji ber vê min ferq kir ku dema tolgirtinê hatiye. Ji bo heyfa diya xwe û heyfa xwe hilînim ez li benda keysa xwe mam. Ji bo zirar negihê kesên bêtawan, min avahiya HDP’ê bijart. Roja dawî ji ber heqaretên HDP’iyekî yên li Ataturk, gel û alayê min parvekirinek kir û got, ‘ez hêrs bûme.’ Di 16’ê hezîranê de roja çarşemê saet li dor 5’an piştî gotinên wî HDP’iyî tîr ji kevanê derket.”

Gencer, di berdewama parastina xwe de ev tişt gotin: “Plana tolhilgirtinê hê di 5 saliyê de li min peyda bûbû. Şikil girtibû. Lê ez li benda tiştekî bûm, tiştekî jixweber. Sedema min a kirîna tivingê, ji bo zewqa min a berdanê bû. Min perwerdehî girt, min xwe li polîgonan pêş xist. Stendina tivingê, bi kêfî bû. Lê demançe ji bo tolhilgirtinê bû. Heya 16’ê hezîranê. Tolhilgirtin hatibû asteke wisa ku min hew deyax dikir. Şeva 16’ê hezîranê ji qehra xew bi çavê min neketibû. Saet li dor 10.30’yî bi texsiyê hatim ber avahiyê. Saet li dor 11.00’an jî tevî demançeyê ketim hundir. Ger 5 deqên din jî zû bihatama, dê cinayeteke hîn xwîndartir çêbûbûna.”

Piştî vê yên lê eywanê bi dengekî bilind bertek nîşan dan. Bav Abdullîlah Poyraz jî jê re got: “Alçax.”

Piştî ku kujer Gencer bi israr xwest rageşiyê çêbike, bav Poyraz jî got “Ez doza heq û hiqûqê dikim, ev alçaxî ye” û bertek nîşan da.

Serokê dadgehê jî ji dêvla bertekê nîşanî kujer bide, bertek nîşanî yên li eywanê da. Her wiha dadgehê ji bo rûşûştiya kujer û gotinên wî yên tehrîkkar jî tiştek negot û bertek nîşan neda. Paşê serokê dadgehê ji bo bertekên ên li eywanê got, “Min çend caran we hişyar kir, cardin hişyar dikim pergala rûniştinê xera nekin.”

Gencer di berdewama parastina xwe de got: “Ji xeynî Ocalan û Demîrtaş hemû yek in. Eleqeyeke min a taybet ji bo Abdullah Ocalan û Demîrtaş heye. Ha Denîz Poyraz ha Mûrat Çepnî.”

Piştî van gotinan ên li eywanê gotin “Ma hûn ji vê re dibêjin darizandinek adil?” û bertek nîşan dan.

Gencer: “Tu derdekî min bi xwişk û birayên min ên kurd re tune ye. Esil alçax ew in.”

Piştî van gotinan bavê Denîz Poyrazê Abdullîllah Poyraz jî got: “Alçax tu yî.”

Gencer tiştên di dema bûyerê de kirin jî gotin: “Min dît ku min terorîstek hel kiriye. Paşê ez li yên din geriyam. Min zor da deriyan. Ji ber ku min terorîstên din nedîtin, min çend pehîn lê xistin û cardin bera wê da. Min bi tûpê gazê cam şikand. Ser û rûyê min pîs bûbû. Ez çûm jorê, her der girtîbû. Ez daketim jêrê, ez teslîm bûm.”

Gencer, di berdewama parastina xwe de diyar kir ku îfadeyên wî yên li midûriyeta polîsan rast in û pirsên jê hatine kirin bersivandine. Gencer, bilêv kir ku dê ji bo delîlên derbarê wî de hatine berhevkirin tiştekî nebêje û ji bo pereyên di hesabê xwe de jî îdia kir ku kredî kişandiye. Gencer, diyar kir ku hemû krediya kişandiye xerc kiriye.

Heyeta dadgehê jê pirsî: “Kesî ev cinayet neda ber te ne wisa, te bi xwe kir?”

Gencer: “Ji bo kela dilê xwe rihet bikim, min kir.”

Parastina kujer Gencer temam bû.

Wê di rûniştinê de guh li giliyên dayik Fehîme û bav Abdullîlah Poyraz bên kirin.