18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Generalê çapemeniyê spartin axê

Generalê biçûk ê Apê Mûsa Yilmaz Yakut (Kalo) ku bi salan rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav kir, ji ber nexweşiya pençeşêrê serê sibê li malê jiyana xwe ji dest da. Malbat û hevalên Yilmaz Yakut piştî cenazeyê wî ji morga nexweşxaneyê girtin, di saetên nîvro de li Goristana Yenîkoyê ya Amedê spartin axê. Di merasima cenazeyê Yilmaz Yakut (Kalo) de endamên malbatê, hevalên wî yên belavkar, xebatkarên çapameniya azad, endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), endam û rêvberên Rêxistina HDP û DBP’ê yên Amedê û gelek kes amade bûn. Piştî cenazeyê Yakût spartin axê, ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan di merasimê de axivî û got: “Di salên 1990’î de ku ji îşligê ji agir bûn Kalo kedeke mezin da. Gelek hevalên wî di van salan de bi awayekî faîlê wan ne diyar hatin kuştin. Tevî hemû zextan jî li her kuçeyên Amedê rojname belav kirin. Ji bo gihandina heqîqetê ya civakê Kalo gelek ked da. Kalo tu demê ji rastiyan tawîz neda û heta van rojan hat. Tu demê dev ji têkoşîna xwe berneda. Em tev şahidê têkoşîna Kalo ne. Ji ber ku me wî winda kir gelek xemgîn in. Lê em pê serbilind in. Em careke din soz didin Yilmaz û şehîdên çapameniyê; em ê vê têkoşînê bi biryardarî bidomînin.”

Merasim bi duayan bi dawî bû.

Piştî merasîmê malbata Yakût li Mala Sersaxiyê ya Şaklat a li Huzurevlerî serdanên sersaxiyê qebûl dike.