Rojnameya Heftane

Ger dibêjî ez kurmanc im ‘Lû’

Kilam îşev dîsa dibin dengê olanên me û xwe digihînin berdestê sibehên tena!.. Xwe li awirê esiman dialiqînin û stêrk li pey stêrkan di nav sînga şevê de digerînin. Carnan jî dibin kenek li kurtên serê laman, dibin kelegirî xwe li lêvan didin û bera xwe li warek ji bo bêhn girtinê didin. Kilam bi qasî şevan hisyar dihêlin, ji sibehan re jî hawara digihînin…  Îşev jî qîz û xort, pîr û kal, heçî kesê/kesa xwe kurmanc dihesibîne dest bi kilamekê dike û dengê xwe tevî dengê li şevan razayî ye dike. Qîzan kofî li serê xwe girê dane, dayik li ber tenûrê di nobedariya gur û geşkirina agir de ne, zarok bi çavên xewrevî li benda kilaman e. Kal û pîr, heçî kesê kurmanc e, li dorhêla kon rûniştine… Herkes bi qasî van şevan bêdeng e, hemû li benda heman dengî ne; “Lû”…

Vaye! Destek hêdî û hêdîkan radibe û li ser guhekî datîne; bi vê tevgera dest re dengek nizm bilind dibe û bi dengê henaseyan dibe yek. Heçî kesên li wir in, bêhna xwe digirin, bi dengê kilama “Lû” re henaseyek kûr dikişînin. Vê carê dengên din tevî wî dengî dibin; jin û mêr, ciwan û zar, pîr û kal, herkes bi yekdengî niha “Lû” diqîre.  Belê, “Lû” yek ji kilamên herî qedîm û xweş a muzîka herêma bakurê Xorasanê ye. Tê gotin ku her kesê bixwaze kurmancbûna xwe isbat bike, hewce ye qebiliyet û behremendiya gotina vê stranê nîşan bide; ya na ne pêkan e ew kurmanc be. Ev bi pîvaneke xwe dananasînê jî hatiye hesibandin.

Bêguman “Lû” bi wateya xwe ya kevin bi çend tiştan tê pênasekirin; mînak tê wateya ciwan, kesê xerîb, nenas. Li gel wateya xwe ya muzîkê, ji bo bersiv û navbenkariya pirsên nayên fêmkrin jî hatiye bikaranîn. Jixwe wateya wê ya muzîkê jî ji hêla anîna ba hev a “Lûre”, tê wateya stran û kilaman. Di roja me ya îroyîn de jî kilama “Lû” wek yek ji meqamên bi nav û deng, pirwate ya muzîka bakurê Xorasanê tê destnîşankirin.

Helbet felsefeyek vê kilamê jî heye. Felsefeya çêbûna vê kilamê ku zêdetir aliyê xwe yê tasawûfî heye, li gor gotegotekê vedigere çîroka evîndariya şivanekî ku li bilûrê dixe. Dema ku çîrûskên vê evînê xwe li bedena şivan dipêçin, şivan bê tab dikeve û dilşewatî û êşên xwe dixwaze bi rêya bilûrê biqîre. Bi vî rengî hedîs û kesera dilê xwe bi rêya bilûrê ji seyê xwe yê bawefa Boynaq re lêdide. Li wir, ji bo şivan se û bilûrê yegane tişt bûn ku dikarî wî û evîna wî fêm bikin.  Şivan aşiq bi hêviya dîtina yarê, keriyê pez dispêre seyê xwe Boynaq lê ji ber dîtina evîndara wî ne pêkan e, dîsa bi êş û keder, dileke şikestî vedigere cem keriyê pezê xwe… Di wê kiliya ku di nav fikir û hizrên kûr ên evîniyê de noqî xeyalan bûye, vedigere û dibîne ku gur ketiye nav keriyê pez û seyê wî ku her tim xwedî li emanetê xwe derdiket, rastî êrîşa dijwar a guran hatiye û laşê wî parçe parçe bûye. Şivan dema ku vê rewşê dibîne, ji her demê zêdetir bi hêrs û aciz dibe, axaftin ji devê wî dernakeve û dest bi lêdana “Lû” dike.

Hay arman, arman, arman, arman

Medê mêran, sorê misrî, jinek meqbûl, esbek bedo derd û ..

Hay arman, arman, arman, arman

Gul hevalê min xiyalek din kir

Gul baxîn terkand çû gul ê şîlan bêhn kir

Hay canî semen terkand, ya û vî ser ger zîn kir derd 

Di roja îroyîn de “Lû” bi taybetî ji bo kirmancên çiyayî xwedî wateyek cihê ye. Bi taybetî ji bo dildar û dilşewatên evîndar jî rêyek a ji bo gihandina hest û êşan e. Yanî di wateyekê de jî ev kilam dibe dengê xwe gihandina hestên evîn û evîndariyê ye.  Helbet li gor agahiyên nivîskar Yusif Motevelî Heqîqî jî dide; tê zanîn ku di mijara meqama “Lû” de derveyî vê, nêzî heftê rîwayetên din ên vê kilamê hene, lê belê berovajî hemû cudahiyên heyî ên bingehîn, hemû vegotin yek in.

Yanî ger li gor demê rastê guherîn, an jî hin cudahiyan hatibe jî lê kilam di eslê xwe de dest lê nehatiye dayîn û orjînbûna xwe parastiye. Bêguman gelek stran û kilam di nav demê de rastî guherînê tên lê ya girîng çîroka ku pê şikil û teşe digire ye ku zêde rastî guherînê nehatibe. Ji ber ku em baş dizanin her yek ji van kilaman bi awayekî fikir û ramanekê -çi di mijarên civakî û siyasî de be û çi jî qala erdnîgariyekê bike- dide me û me ber bi rastiyeke dîrokî û civakî ya dema hatî jiyîn, dike. Ev yek jî ji bo nasîna çand û rastiya civakî ya wê demê girîng dibe