23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ger jineolojî pêrgî zanistên zayendî bibe

Ji sala 2008’an vir ve ‘jineolojî’ wek termeke îdeolojîk û teorîk a wek ‘zanista jin û jiyanê’ ku ji hêla Serokê PKK‘ê Abdullah Ocalan ve hat pêşniyarkirin, ket rojeva Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê. Ji hingê ve ye tevgera jinên azad teorî û metodolojiya vê ceribandina nû xistiye nav rojeva xwe û li ser vê bingehê xebateke transnetewî dimeşîne. Di 12 salên derbasbûyî de sînorê jineolojiyê xwe gihand hemû parzemînan. Li gelek welatan bi gelek saziyên têkoşer, femînîst û jinan ve konferans, sempozyûm, komxebat hatin lidarxistin. Ji bo nasandina jineolojiyê li Ewropayê, Amerîkaya Latîn, li Rojhilata Navîn komîteyên jineolojiyê hatin avakirin, berhem û nîqaşên di vê derbarê de bi nivîskî û nîgaşî tên weşandin.

Bi taybetî pêşketin û destkeftiyên Şoreşa Rojava ku wek Şoreşa Jinê li cîhanê deng veda, di bilindbûna  eleqeya der barê jineolojiyê de roleke girîng lîstin. Jinên leheng ên li dijî DAIŞ‘ê bi dilêrî şer dikirin û bi rûkenî jiyana xwe bedel didan, wek ne ji vê dinyayê dixuyan. Ev bû yekemîn sedem ku jineolojî bi balkêşî hat şopandin. Duyemîn sedema balkêşiya vê mijarê krîza jiyankirî ya tevgerên têkoşer, bi taybetî ya tevgerên femînîst bû. Lewre tevgerên têkoşer ên femînîst û jinan bi taybetî piştî salên 1968’an wek hêviyên tevgerên civakî dihatin dîtin lê mixabin di 50 salên derbasbûyî de li gel gelek destkeftiyên di asta takekesî û hêla civakî de ji hev belavbûn û marjînalîzebûn, nikaribû bê rawestandin. Ev jî lêgerîna jiyaneke din a alternatîf ne tenê di nav civakên‚ ‘cîhana seyemîn’ de, di heman demê de di nav ‘cîhana yekemîn’ de jî mezintir kir. Dibe ku di vê meraqê de hinek helwesta oryantalîst jî kêm nîn be û jixwe kêm jî nîn e. Bi taybetî şêrejintiya jinên kurd ku bi temeziyên xwe yên keskûsorûzer û bi keziyên xwe yên dirêj, an jî dayikên bi gulfîstan û dest bi çek, sînorê têgihîştina, estetîka rojavayî derbas dikir, bû serwêneya kovar û nivîsên rojavayî (Dirik). Li hêla din ‘wêrekiya nezan û belengazên rojhilatî’ her tim ji bo romantîzekirina wan deveran roleke guncav dilîst. Ev jî hişt temaşevan zêde bibin.

Sempozyûma du têgehan

Hefteya borî civîneke onlîne di vê çarçoveyê de hat lidarxistin. Di bin sîwana Tora Akademîsyenên Kurd, Zanîngeha Emden/Leer û Navenda Marie Jahodayê ya Zanîngeha Bochumê sempozyûmeke onlîne ya bi navê ‘Jineolojî pêrgî zanistên zayendî dibe‘ hat birêxistinkirin. Bêwatebûna sînoran ku em di pêvajoya pandemiyê de yekser hest dikin, bi taybetî di civînên bi vî rengî de xwe nîşan didin. Ji her derên cîhanê kes dikarin tev li van civînan bibin û deng û nêrînên xwe tev li civînê bikin. Bi taybetî di nîqaşên wekhevî û cudahiyên femînîzman û têkoşînên cuda de mirov dikare rasterast girêdayî cih û kontekste mînakan bibîhîze, şîrove bike û bîne pêrgî hev- ger pêrgîdarî hewce be-.

Ev sempozyûm ji ber ku îdîaya zanistbûnê ya jineolojiyê xist navenda nîqaşan, balkêş bû. Lewre femînîzm û girêdayî wê zanistên zayendî ji zû de ye ji destpêka 1970’an vir de li zanîngehên bakurên cîhanê xwe sazî kirine. Destpêkê wek ‘zanistên der barê jinê de’ dû re wek ‘zanistên zayendî’ û her wiha wek beşeke pirdîsîplînî li seranserê cîhanê xwediyê bi sedan navend û saziyan e. Her çiqas dû re ev sazîbûn bi gelek rexneyan re bê nirxandin jî hin jî li van navendan bi hezaran lêkolîner der barê têkîliyên dîrokî yên zayendan û têkiliyên serdestî yên di navbera wan de lêkolîn dikin. Ev jî dihêle ku her tim gaveke zanistên zayendî di nav civakê de hebe. Rexneya sereke ya li hemberî sazîbûna zayendên zanistî xwe ji çalakbûn û têkoşîna pratîk qutkirin û girêdayî vê ji armanca sereke ya femînîzmê -ango guhertina rolên zayendî û guhartina civakê- dûrketin e. Ev di heman demê de rexneya jineolojiyê ji femînîzmê re ye lê wekî ku di nîqaşan de jî derket holê, ev rexne ne tenê ji hêla perspektîfa jinên kurd ve hatiye kirin. Li hêla din dîsa divê bê diyarkirin ku pêşketinên di nav femînîzman de li ser xetekê nameşin. Piralî û pirserî ne, di hev re derbas dibin, di nav xwe de nakokiyan dihewînin û li ser analîzên van nakokiyan bi pêş dikevin. Hem wek encama sempozyûmê û di nîqaşên navbera jineolojî û femînîzmê de dîsa piştrast bû ku di hemû têkoşînên di vê çarçoveyê de –xwe wek femînîst binavkirî yan jî nebinavkirî- hevpariyeke bingehîn heye: gumana ji têkiliyên serdestî, biryara azad a li ser jiyan û laşê xwe û parastina mafê bingehîn (Gonzalez).

Tecrûbeyên jinên kurd

Jineolojî di vir de wek modela tecrûbeyên jina kurd derdikeve pêş û îdîa dike û dibêje ez bi tecrûbeyên xwe û bi metodên xwe yên pêşxistî (wekî kuştina zilam, hevjiyana azad, qutbûna ji pergalê û hwd.) û her wiha di asta rêbazên rêxistinkirinê de dikarim ji hemû jinên cîhanê re bibim mînak (Nûdem û Guneser). Beşdaran sempozyûmê di axaftinên xwe de pêşketina dîrokî ya hemû aktoran pêşkêş kirin. Ev pêrgîdan ji xeynî nîşandana cihêrengiya têkoşînên jinan, cihêrengiya dîrokê jî nîşanî me da. Em di nav dîrokekê de derbas nabin. Çawa ku rexne li ser dîroknivîsiya zilam/spî/serdest tê kirin û tê gotin, dîrokeke jinê yan jî dîrokeke nenivîsandî jî heye; em bi mînakên curbicur dibînin ku dîrok jî ne yek e, ne li ser xetekê ye, ne dûz e, ne jî ji hev qetandî ye. Tecrûbeya jina kurd jî di vê çarçoveyê de derdikeve pêş. Têgehên xwe yên ku ji pratîka xwe ava kirine, teoretîze dike. An jî berevajî vê teoriya xwe yekser dixe nav pratîkê. Ev di heman demê de hêz, an jî sedema îdîaya tevgera jina kurd û jineolojiyê ye. Li hêla din berxwedana wê ya daîmî û bênavber a li dijî baviksalarî û mêtingeriyê dê di cîhanê de dike mînakeke yekane. Ev bênavberbûn di heman demê de rêxistinbûna wê diparêze û qewîn dike. Her wiha konsepta xweparastina rewa (fîzîkî û zîhnî) ku di salên 1960-70’yan de ji hêla femînîstên radîkal ve ji bo parastina takekesî ya jinan wek metod derket pêş, li dijî êrîşên baviksalarî û mêtingeriyê, wek rêbazeke gerdûnî serkeftina xwe rewa kir.

Li hêla din, rexneya li ser pozîtîvîzmê jî ne kişfa jineolojiyê ye. Ji destpêkê heta îro zanistên li ser jinan û zayendî vê rexneyê li zanista serdest dikin û di analîz-teşhîrê de jî qet kêm nemane. Pirsgirêka di vê mijarê de derdikeve holê awayê avakirina pêwendiya civakî ye. Xetere di rêzekirina pêwendiyan de derdikeve holê (Schäfers). Dema zanist ne li gorî civakê lê li gorî helwest, berjewendî û nêrîna xwe biryara pêwîst/nepêwîst bide, wê demê li wir ji têkiliyên serwerî xelasbûn ne mimkun e. Divê jineolojî di vê têkiliya zanistî û bingehîn a di navbera civak û zanistê de çavê xwe li edaletê negire. Cihê ku bi giştî zanist tê de fetisiye ev xal e. Ji dêlva civakê  ve axivîn, îdîaya destpêkê dide windakirin.

Xwebûn û bixwebawerbûn

Li hêla din di vî alî de tiştekî ku hemû zanebûnên rojavayî çeprast dikir diqewimî: Ev kes xwedî dev û ziman bûn; ne bêdeng û ne jî lal bûn. Gotina xwe bi xwe dianîn zimên û xwe bi nav dikirin. Li xwebûna xwe xwedî derdiketin û bi serbilindî pênase dikirin. Ev yek efsûna hemû zanebûnan e. Ji kîjan hêla cîhanê dibî bila bibî, dema ne bi teqlîd lê bi xweser û bi xwe bawer derkevî ser dikê, balê dikişînî ser xwe. Jineolojî bi xweserbûn û bixwebawerbûna xwe bala cîhanê kişand ser xwe.

Di vir de mirov kevanekê veke, dê baş bibe. Lewre term û teoriyên wek jineolojiyê ku xwe li derveyî mainstreamê (di çarçoveya nivîsa me de li derveyî femînîzmê) pênase kirine, bi taybetî û tecrûbeyên xwe yên xweser esas girtine, li gelek deveran û di gelek deman de hebûn û hîn jî hene. Bi taybetî têkoşînên jinên reşik ên hem li Amerîkayê û hem jî li Afrîkayê mirov dikare wek mînak nîşan bide. Teorî û rexneyên ku ew bi pêş xistine, hiştine ku femînîzma rojavayî li ser xwe bisekine, serdestiya nav xwe bike pirsgirêk, cudabûna jinan û tecrûbeyên bindestbûnê yên ne wekhev bigire dest. Ev jî hiştiye ku femînîzm êdî bi pirjimarî tê binavkirin. An jî hin nêrîn û herikînên derveyî femînîzmê derketine pêş. Di vê qada pirzimanî û pirçandiyê de pirsa‚ ‘nûbûna ku jineolojiyê derxistiye holê çi ye?’ derdikeve pêşberî me û ev yek dibe mijar an jî naveroka civînên transnasyonal ên der barê jineolojiyê de.