Duşem, Tirmeh 26, 2021

Gera Erdogan a Amedê û sefaleta bazirganên dînî yên kurd

H.Halît Alaçati

Me di nivîsa xwe ya berî niha de behsa dîndarên nijadperest ên tirk û hemaliya kurdên muhafazakar kiribû. Piştî serhildana Şêx Seîd heta niha bûne dûvikên dîndarên nijadperest ên tirk. Pirsgirêka kurd û Kurdistanê  tu carî ji xwe re nekirine mesele. Ne rêxistinek, ne komeleyek, ne saziyek li ser navê kurdan ava nekirine. Wekî ku di meseleya kurd û Kurdistanê de tu berpirsyariya wan tune be tevgeriyane. Me dîndarên kurd ên hemal jî wekî du koman cuda kiribûn. Yek koma elît ya ticarên siyasetê û koma bawermendan a civakî. Ticarên siyasetê di têkiliyên xwe yên bi dîndarên nijadperest ên tirk re berjewendiyên kesî û malbatî esas girtine. Koma bawermendên kurd a civakî jî wekî kozekê bi kar anîne. Bi gotinek din hêz û dengên koma bawermend ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Bi saya vê bûne parlamenter, ticar, şaredar û karsaz. Dîndarên nijadperest ên tirk jî bi riya van girseyên bawermend ên kurd wekî hemal bi kar anîne.

Koma ticarên siyasetê yên dîndarên kurd ji her kesî baştir dîndarên nijadperest ên tirk nas dikin. Dizanin ku di bin navê îslamiyetê de nijadperestiyê dikin. Misilmaniyê ji bo tunekirina gelê kurd bi kar tînin. Lê ji ber ku xwedî berjewendiyên mezin in û kêrî karê wan tê her tim xwe bêdeng dikin. Heta dibin hingivê nav jehra dîndarên nijadperest ên tirk û bi bawermendên kurd didin xwarin. Bi vî awayî ev nêzî sed salan e bawermendên kurd di bin navê, “Biratiya umetê” de dixapînin, wekî depoya dengan bikar tînin û mîna hemalan bi kar tînin. Li hemberî vê yekê dîndarên nijadperest ên tirk parlamenterî, şaredarî, pere û statûyan didin bazirganên siyasetê yên kurd. Ji ber van berjewendiyan bazirganên siyasete yên kurd naxwazin ev hevsengî xirab bibe.

Kengî hêzek, tevgerek an ji rêxistineke kurd ji bo mafê kurdan têbikoşe ev bazirganên siyasetê berî serdestan êrîş dikin. Ji xwediyên xwe zêdetir hêrs dibin. Ji bo beşek bawermendên kurd rastiyê nebînin dikevin tevgerê. Ji ber ku bazirganiya wan xirab dibe. Kurdên têdikoşin bênavber rexne dikin. Nebû vê carê aqil didin. Xwedî rihetî û konforeke pir mezin in. Hem xwe ji kurd û Kurdistanê berpirsyar nabînin û hem jî mafê hemû rexne û gotinan li gel xwe dibînin. Hevsengiyeke wisa jî ava kirine ku kes nikare wan rexne bikin. Bi gotina kurdî hem hîz in hem diz in. Tu carî nabin rojev û destûr nadin pirsên, “Gelo hûn ne ewladên vî welatî ne?”, “Gelo ji bo azadiya vî welatî û gelî qet berpirsyariya we nîne?”, “Gelo ev sed sal in ji bilî firotina dengên bawermendên kurd ji bo dîndarên nijadperest ên tirk wêdetir te çi kiriye ji bo kurdan?”, “Baş e te li ser navê kurdan û ji bo maf û azadiyên kurd û Kurdistanê hîç rêxistinek, tevgerek, saziyek ava kiriye, te kevirek avêtiye dagirkeran?”, “Ji niha pêve tu ji bo kurd û Kurdistanê çi difikirî, proje û plansaziyeke te heye?” bên kirin.

Ji van pirsan tevan mûnezeh in. Çawa be dengên bawermendên kurd difiroşin dîndarên nijadperest ên tirk û li hemberî wê statû û pere digirin. Ne exlaq heye, ne wijdan, ne rûmet û ne jî şerm. Lê divê êdî em rewşa bazirganên ticaretê yên kurd nîqaş bikin. Rûyê wan ê rastî nîşanî bawermendên kurd ên bi riya wan bûne hemalên dîndarên nijadperest ên tirk bidin. Kî ji bo kurd û Kurdistanê çi dike, çi nake. Heta îro ji bo mafên gelê kurd carekê destê xwe nelepitandine, ne tiliya wan ne jî tiliya yek ji malbata wan li kelemekê neketiye. Lê mafê rexnekirina kesên canê xwe di vê riyê de dane rihet li gel xwe dibînin. Sedema vê yekê ew e ku heta niha qet nebûne rojev. Pirsên li jor qet ji wan nehatine kirin. Destûr nedane vê yekê. Wekî ku berpirsyariya wan a ji bo gelê kurd tune be.

Îro ew ji dagirkeran zêdetir êrîşî tevgera azadiya gelê kurd dikin. Bênavber gotina, “Tevgera azadiya kurd xistine xizmeta çepgirên kurd” êrîş dikin. Mehmet Metîner, Îhsan Aslan, Mehdî Eker, Abdurrahman Kurt û giregirên din ên koma bazirganên ol û siyasetê pêşengiya vê dikin. Lê bi xwe ev sed sal in dengên bawermendên kurd li hemberî statû û pere difiroşin nijadperestên dîndar ên tirk. Li hemberî vê yekê qasî serê derziyê fayde nedane bawermendên kurd ên ji wan bawer dikin. Berovajî vê yekê destebirayên wan ên AKP’yî niha dixwazin hemû nirxên kurdan tune bikin. Heta îro newêrîne pirsa, “Ey destebirayên dîndar ên tirk ka em ‘birayên umetê bûn’. Hûn çima bi nijadperestên MHP’yî re hevkariyê dikin û êrîşî kurdan dikin” bikin. Ji bo berjewendiyên wan ji dest neçin hewl didin hevkariya nijadperestên dîndar ên tirk û nijadperestên neteweperest ên tirk jî veşêrîn.

Ev sed sal in piştgiriyê didin dîndarên nijadeprest ên tirk lê gotineke qenc ji bo mafê kurdan bi wan nedane gotin. Tenê rewşenbîr, nivîskar, aktîvîst an jî bawermendek tirk tev li têkoşîna azadiya kurdan nekirine. Heta saziyek ku kesek tev lê bikin jî ava nekirine. Divê hemû bawermendên kurd ên heta niha bi bazirganên ol û siyasetê yên kurd xapiyane û dengên xwe bi niyeta, “biratiya umetê” dane dîndarên nijadperest ên tirk pirsa, “gelo çima heta niha tevgerek, rêxistinek an jî saziyeke me, ji bo mafên me kurdan dixebite tune ye?” ji xwe û van bazirganan bikin. Lazim e pirsa, “çima em ev qas piştgiriya dîndarên nijadperest ên tirk dikin û ew hêj ziman û hebûna me qebûl nakin?” ji xwe û bazirganan bipirsin.

Lê tevgera azadiya gelê kurd ev pêncî sal in têdikoşe. Canê xwe û malê xwe dide. Şev û roja xwe di riya mafên gelê kurd de xerc dike. Li çar perçeyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê rêxistin, tevger û saziyên li ser navê kurdan ava dike û ji bo kurd û Kurdistanê têdikoşe. Kurdan bi cîhanê dide nas kirin. Di saya serê vê têkoşînê de bi sedan tirk tev li xwe kirine û di riya azadiya gelê kurd de canê xwe dane. Bi sedan ereb, alman, fars, ermen, tirkmen, çerkez û ji gelên din tev li têkoşîna maf û azadiya gelê kurd kiriye. Gelo di vê rewşê de Tevgera Azadiyê ketiye dû çepgirên tirk an bazirganên ol û siyasetê yên kurd ketine dû nijadperestên dîndar ên tirk? Gelo tevgera azadiyê ji gelên din şoreşger tev li doza gelê kurd kirine an bazirganên ol û siyasetê dîndarên nijadperest tev li doza gelê kurd kirine?

Divê bawermendên kurd van pirsan û gelek pirsên din ji xwe û bazirganên siyasetê bike. Ka bersiveke bidin heye an? Divê dîndarên kurd êdî rastiya bazirganên siyasete û rûyê wan ên rast bibîne. Nexwe heta hetayê dê bi destê bazirganên siyasetê li hemberî statû û berjewendiyan bên xapandin û wekî depoya dengan bên bikaranîn. Tevgera azadiyê bi siyaseta xwe kesên birûmet ên gelên din tev li têkoşîna gelê kurd dike. Lê bazirganên ol û siyasetê yên kurd jî hemû enerjiya gelê kurd ji bo pere pêşkêşî nijadperestên olî yên tirk dike. Ferq ev qas mezin û zelal e. Heta tevgera azadiyên bawermendên bi rûmet ên tirk jî tev li têkoşîna azadiya gelê kurd dike. Binêrin Omer Faruk Gergerlîoglu, Ayhan Bîlgen, Huda Kaya û bi sedan bawermendên din ên tirk li gel bazirganên siyasetê yên esilkurd nasekinin, li gel tevgera azadiyê alîkariya doza gelê kurd dikin.

Gera Erdogan a Amedê ev rastî cardin raxist ber çavên hemû kurdan û bi taybetî kurdên bawermend. Xuyaye êdî kurdên bawermend ne ji nijadperestên dîndar ên tirk û ne jî ji bazirganên ol û ticaretê yên tirk bawer nakin. Sefaleta wan û fendên wan ên nêzî sed salan e bibînîn. Ji vê girîngtir jî divê li dîndarên nijadperest ên heta duh hevkarên Erdogan bûn û îro cardin dixwazin bawermendên kurd wekî depoya dengan bi kar bînin jî hişyar bin. Ji bo vê yekê divê hemû kurd êdî helwesta bazirganên ol û siyasetê yên esilkurd nîqaş bikin. Herî zêde jî bawermendên kurd ên heta niha li dû bazirganên siyasetê çûne van pirsan bikin. Van xêrnexaz û pereperestan nîqaş bikin. Em vê nîqaşê nekin dê heta heta nijadperestên dîndar ên tirk di bin navê “biratiya umetê” de hêza me, dengên me ji bo nijadperestiya tirk bi kar bînin. Dê bi hêza me çand, ziman, rûmet û nirxên me tune bikin. Dê gora Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û hemû bawermendên pêşeng ên kurd ji me veşêrin.