Duşem, Mijdar 29, 2021

Gera li edaletê azadî ye

Di êş, jan û xemên wê de dengek heye. Di awirên çavên wê de hirsek heye. Di nalîn û lorînê wê de hêviyek heye. Di sekna wê de serbilindiyek heye. Di mistên destê wê de axînek heye. Di rondikên çavên wê de, li dijî zilmê rastiyek heye. Ji bo edaletê, di hemû çalakiyên wê de, azadî û mafperwerî heye. Ev dayik Emîne Şenyaşar e…
Ev zêdetirîn 230 roj in dayik Emîne şanyaşar bi tevî lawê xwe ji bo edaletê li dijî reşkûjî û komkujiya ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl ve li ser malbata wan hatî kirin, li ber Edliyeya Rihayê, li dijî mêrê paşverû, bêhiqûqiya dewleta tirk, di nobeda edaletê de ne. Dayik Emîne Şenyaşer ev zêdetirîn 230 roj in li hemberî zilma dewleta tirk, ji bo edaletê bi wêrekî li ber xwe dide. Lê hîn jî ji bo çalakiya dayik Emîne Şenyaşar û malbata wê bersivek nîne. Daraza Tirkiyeyê bêdeng e. Saziyên girêdayî mafên mirovan ên Ewropayê ku qaşo dibêjin em edaletperest in; lê bêdengiya xwe hîn jî diparêzin. Rêxistinên navneteweyî û mirovî jî bêdeng in. Edalet, dadgehên mafên mirovan, hiqûq, ji bo sûc û kiryarên li ser kurdan, hemû di nava bê dengiyekê de li hemberî bêhiqûqiya heyî, çavên xwe girtine…

i Tirkiyeyê dema mijar dibe kurd û sûc û kiryarên li ser kurdan, ma mimkun e ku mirov qala azadiyê û edaletê bike? Bêhiqûqiyeke mezin di vê rastiyê de li ser mafên kurdan tê kirin. Ango li kê derê kurdek bê kuştin, li gorî zagon û edeleta dewleta tirk, li wê derê, edalet û ji bo mafperweriya xwe serkeftinek mezin dibînin. Ji bo dewleta tirk, kurdên herî baş kurdên mirî ne. Jixwe hêzên dewletên zirhêz jî di vê mijarê de, zagonên dewleta tirk mafdar dibînin. Heta dawiyê ji bo qirkirin û tevkujiya kurdan destek didin. Jixwe zagon û edaleta dewleta tirk, ji bo kurdan, tune û qir bikin hat avakirin. Rastiya hiqûq û edaleta dewleta tirk, bi xwîna kurdan hatiye nivîsandin…

Ew hiqûqa ku xwe dispêre dîroka dewlata zalim û desthilat, ma dê çawa bikaribe êşa dayik Emîne û malbata wê bibîne û kujeran bi mafperwerî dadgeh bike, teslîmî edaletê bike. Gelo ma ne ew hiqûq e, bi çêbûna dewletê ve nirxên dayikê berevajî kir û bi şer û talanên mezin, li ser civakan pêk anîn û heta niha bi pergala xwe ya mirovkuj, tevkujî, çandkujî, edaletkujî li ser civaka jin, bêhiqûqiyê û bêedaletiyê didomîne…
Çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ ya dayik Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du lawên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, ji 9’ê adarê ve li ber Edliya Rihayê nobeda wan hîn jî didome…

Gera li edaletê ya dayik Emîne Şenyaşar hêviya azadiyê ye û edalet bi xwe ye. Di têkoşîn û gera edaletê ya dayik Emîne Şanyaşar de nirxên civaka jinan li ber xwe dide. Nirxên dîroka berî mîladê ya 12 hezar salan ku bi destê dayikê, ji bo mirovahiyê, jiyan afirand, li ber xwe dide. Civakbûn, exlaq, çand, mirovbûn, hest, hêvî, hezkirin, berxwedana jinan a li dijî zilmê, li ber xwe dide. Berxwedana jinên kurd, di şexsê dayik Emîne Şenyaşar de bêyî ku xwe bispêre çi zagonên dewletê, ji bo azadiyê gihaye edaletê…

Dîmen û wêneyên dayik Emîne Şenyaşar her çiqasê êş û xeman li ser êşên jinan û dayikên berxwedêr zêde bike jî lê çalakiya dayik Emîne Şanyaşar, mafdar e û sembola edaletê ye. Ew qasê jî hêza edaletê û hêviya azadiyê xurt dike. Çalakiya dayik Emîne Şenyaşar li kêleka berxwedana jinên kurd, hesap ji kujerên jinan jî dixwaze, di berxwedana çalakiya dayik Emîne Şanyaşar de têkoşîna jinan a li dijî tundiyê jî mezin dibe. Berxwedana dayik Emîne Şenyaşar ne bi tenê ye. Têkoşîn û berxwedana jinên kurd ku di her qadên têkoşînê de li hemberî zilma dewletê û mêrê kujer ku ji zaliman hesap dipirse; li pişta çalakiya dayik Emîne Şenyaşar e. Lewre êş û jana dayik Emîne Şenyaşar, êşa hemû jinan e ku li maf û azadiya xwe digerin.