19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gerek li tarîtiya dîrokê

Di tevahiya dîroka şaristaniyê de, çi ji aliyê çand û zanebûn ve, çi jî ji aliyê sazkirinê ve be, jin xwedî roleke pêşengiyê bûne. Mixabin ev rola wê di gelek dem û çaxên cuda yên şaristaniyê de nehatiye dîtin û serfirazî, çand, wêje û zanebûn tenê bi keda mêran hatiye pênasekirin. Tevî ku serdemên berê hin berhem û çavkaniyên jinên pêşeng ên di van qadan de hatine tomarkirin jî em îro rastî navên bi sedan jinên pêşeng tên ku di her bihosteke axa niştiman a rojhilatê welêt de hîn dengê lingê wan tê guh û awaza serkeftina wan nehiştiye ku ev deng bimire.

Di her pêngav û dema dîrokê de, jinan jî mil bi milê zilaman re kar kirine, civak birêxistin kirine, tev li artêşan bûne û şer kirine, ji qadên zanist û wêjeyê de jî kêm nemane û kar kirine. Ji wan jinan yek jî Daye Tewrîzî Hewramî ye ku berhemek mezin, têr û tije li pey xwe hêlaye. Xebat û xizmeta mezin a Daye Tewrîzî Hewramî ji bo çand, wêje û zimanê kurdî çêbûye. Mirov dikare bibêje bi roleke pir mezin rabûye ji bo parastina zaravayê kurdî hewramî (bi taybetî dema ku mirov roja îro helandin û asîmîlasyona li ser vî zaravayî binirxîne), ev zaravayê kurdî zindî hiştiye, parastiye. A girîngtir jî li gel ziman di wêjeya kurdî ya li rojhilatê Kurdistanê jî bi roleke di asta şoreşê de rabûye. Ev berhemên wê di roja me ya îro de jî bi eleqe û baldariyeke mezin tê xwendin û lê tê kolan.

Daye Tewrîzî Hewramî, yek ji helbestvan û rewşenbîrên yarsan bû. Di pirtûka Serencam de hatiye diyarkirin ku Daye Tewrîz di destpêka sedsala hicrî de, li Hewremanê tê dinyayê. Ewqas ku bi aliyê xwe yê rewşenbîrî, helbest û wêjeyê ve dihat nasîn, ji hêla têkoşîna xwe ya niştiman ve jî bi nav û deng e. Ew di heman demê de yek ji wan jinan bû ku ji bo bawerî û çanda kurdî li hemberî êrîşên ereban biparêze, li dijî êrîşên dijminan têdikoşe.

Yek ji pêşengê baweriya yarsan Baba Serheng, dema ku pê dihese Daye Tewrîz bi destê leşkerên dagirker ên ereban tê kuştin, diçe çiyayên Hewremanê û kurdên yarsan birêxistin dike. Yanî ew ev çend di nav civaka xwe de bibandor bû ku hem hebûn û hem jî mirina wê rê li birêxistinkirina civaka yarsan û parastina wan vedike.

Daye Tewrîz li gel pênûsa xwe ya bisihr, pir xweş helbest dixwîne, her wiha yek ji wan kesan e ku tembûrvan û kilambêjeke xweş bûye jî.

Ew yekem helbestvana jin e ku helbestên wê dikevin nav pirtûka Serencam. Ji wê berhevokek ji du beytan ku di pirtûka bi navê “Dema Baba Serheng” de ye dimîne.

Daye Tewrîzî Hewramî di sedsala 14’an a hicrî de koç dike.

Nimûneyek ji du beyta Daye Tewrîz:

Razin peyalem, razin peyalem

Sersamem nebezem razin peyalem

Badî peyalem yawa venalem

Çûnke nalekem berz bî nealem

Di van du beytan de Daye Tewrîz dibêje;

Di roja ezel de ku hemû bendeyan peyman girêdan, ji cihek nediyar tasek ji min re hat dayîn û ez ji kombûna yaran li cemxaneyê heyran mam, ji ber ku ew her demê li pey fikra bidestxistina razê ne û li pey hemû razan bajêr digirin. Çi baş ku ew bi hawara min giha ku di kûrahiya qedeha min de bû ku wiha nalînên enderûnê min qenc kir. Ji ber ku nalîna min hemû cîhan dabû ber xwe, hundirê min aram û baş kir, hemû ji xewa xefletê hişyar kirin û vexwarina qedeha “badey” kêmek ez aram kirim hinek nalîn û pêta di hundirê min de kêm kir.

Di du beytên Daye Tewrîz de gelek gotinên mîstîk hene. Bêguman ev gotin di dema kevnar de di helbestên helbestvanên kurd û fars de pir dihatin bikaranîn. Helbet her yek ji van gotinên mîstîk xwedî wateyeke kûr bûye.

Daye Tewrîz Hewramî di du beyteke xwe ya din de jî wiha dibêje;

Cem pey rasanen, cem pey rasanen

Yaran yaveran, cem pey rasanen

Herkes nîwe key, ker û asanhen

Cem pey rûşenî, zîl xasanen

Wate:

Hatina ba hev ya yaran li cemxaneyê

Karê kesên rast û yaran e

Yar û yaveran!

Kombûna di cemxaneyê de karê bawermendan e

Her kesê ku başiyê bike

Karê wî bila hêsan be

Û ev civat ji bo mirovên ku rûnî bûne û di

kûrahiya dil de bawermend

Û kesên xwedî xwezayek baş in

Li gor baweriya yarsan û her wiha pirtûka Serencam, her hefte gelê yarsan dibû li cemxaneyê kom biban da ku helbestên Serencam bibihîzin û bixwînin. Di destpêkê de pîr an jî rêber li tembûrê dixe û bi dengê bilind çend du beytên vê pirtûkê dixwîne, dûvre hemû kesên di civatê de wê dubare dikin.

Ji ber vê çendê ye ku Daye Tewrîz di du beytek xwe de wiha bang bike: Li cemxaneyê kombûn ji bo pakî û rastbûna mirov e.

Zîl keran revşen, zîl keran revşen

Yaran we xore, zîl keran revşen

Serseperde ban, we yarî weşen

Besazen perî wîtan yûw çeweşen

Wateya vê du beytê:

Dilên xwe ronî bikin

Dilên xwe ronî bikin

Yaran, bi tîrêjek îlahî

Dilên xwe ronî bikin

Û xwe bispêrin vê rêûresma pîroz

Ku ev baweriya îlahî çendî baş e

Û ji bo pêşeroja xwe kirasek ji zirx çêbikin

Belê wek her carê me hewl da gerekê di nav rûpelên dîrokê de bikin, xwe kêm û lewaz be jî bigihînin dengê lingê jinên qehreman ên civaka kurd, bibin şopdarê rêya wan da ku bikaribin a wan heq kiriye, bigihînin encamê. Ger gera me carnan kêm û nebes bimîne jî, ji ber agahiyên kêm û berhemên van şepalan kom nehatine tomarkirin, lê ya me jî hewldanek lêgerînê ya bi çîrûskên mûmê dimîne ku di nav tarîtiya dîrokê de li pey şopên berze ye…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê