spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gergerlîoglu dê çalakiya xwe li navenda HDP’ê bidomîne

Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hat betalkirin, bi daxwaza betalkirina biryara der barê betalkirina parlamenteriya xwe de, serî li Dandegeha Makeqanûnê (AYM) da. Her wiha Gergerlîoglû dê çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ li Navenda Giştî ya HDP’ê bidomîne.

Beriya serlêdanê Omer Farûk Gergerlîoglu, bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû û parêzerên xwe li Parqa Ahlatlibel a li hemberî AYM’ê daxuyanî da.

Gergerlîoglu di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku bi lîstikan parlamenteriya wî hatiye betalkirin û xwest ku her kes vê neheqiya li hemberî wî bibîne û ji bo neparastina vîna gel banga îstifakirinê li serokê meclisê Mûstafa Şentop kir.

Ji bo serlêdanê Gergerlîoglu anî ziman ku ew li benda biryareke adilane ne û mafê xwe ji AYM’ê dixwaze.

Her wiha hat ragihandin ku çalakiya nobeda “Edalet”ê ya HDP’ê ya li meclisê hatibû destpêkirin, wê li Navenda Giştî ya HDP’ê bidome. Di çarçoveya çalakiya nobedê de, wê her roj saet di navbera 10:00-17:00’an de kesên bixwazin dikaribin serdana navendê bikin.