25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gergerlîoglu: Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin

Parlamenterê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku parlamenteriya wî hat betalkirin, li avahiya Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê, Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Necela Kûrûl û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn beşdarî civînê bûn. Gergerlîoglû, di civînê de axivî û wiha got: “Serlêdana me ya tekildarî betalkirina parlamenteriya me hat redkirin. Em der barê vê de serî li DMME’yê bidin.”

Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, li dijî vê serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dabû. AYM’ê serlêdan nirxand û bi hinceta “bêraye”yê serlêdana Gergerlîoglû red kir. Gergergerlîoglû têkildarî mijarê diyar kir ku AYM’ê têkildarî serlêdana wan a esasê hîn biryar nedaye û wiha domand: “Ez bi zelalî dibêjim, dibe ku ez di nav çend rojan de bikevim girtîgehê lê sparteka me ya herî dawî AYM ye. Dawiya dawî ez bawer im wê rê li ber neheqiyan bê girtin.”

‘Em ê qezenç bikin’

Gergerlîoglû destnîşan kir ku wan bi serkeftî berxwedaneke sivîl bi pêş xistiye û wiha got: “Me peyamên girîng dan hêzên Tirkiye û cîhanê. Me peyamên xwe bi tirkî û kurdî dan cîhanê. Ev peyam pir cidî bû û rastî eleqeyek mezin hat. Li dijî bêhiqûqî û xespa vîna gel, min û partiya min me dest bi vê berxwedanê kir. Em baş dizanîn ku em ê qezenc bikin.”

‘Bi vî awayî pirsgirêk çareser nabe’

Gergerlîoglû anî ziman ku piştevanên wan wijdana hevpar a gelên Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Gelek hevalên me girtî ne. Parlamenteriya hevalên me Mûsa Farisoglullari û Leylan Guven betal kirin. Wan nekarî pirsgirêka kurd çareser bikin. Ji ber vê yekê bi destê dewletê binpêkirinên mafên mirovan derxistin holê. Niha ez dixwazim ji gelên Tirkiyeyê re bêjim; pirsgirêka kurdan heye. Gelê kurd ev pirsgirêk dernexist holê. Ji ber ku min çareseriya pirsgirêka kurdan parast, ez ji karê xwe hatim dûrxistin.  Çareserî wiha nabe. Ev pirsgirêkê ne tenê pirsgirêk gelê kurd e. Divê em hemû vê pirsgirêkê bi hev re çareser bikin. Zarokên me hemûyan dimirin. Hûn dikarin min bixin girtîgehê, dibe ku hûn gelek hevalên me rehîn bigirin, lê hûn ê nikaribin bi vî wayî vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Gergerlîoglû herî dawî ji bo parastina mafên mirovan bang kir û wiha got: “Ev pir binirx e. Vê fersendê ji dest nedin. Em ê bi ser bikevin. Ger em bi ser nexin jî, wê li vî welatî rojên pir nexweş li pêşiya me ne.”

Nobeta Edaletê ya Gergerlîoglû di roja 15’emîn de li navenda HDP’ê didome.