spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gergerlîoglû piştî îfadeyê serbest hat berdan

Piştî ku parlamenteriya parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû hat betalkirin, Gergerlîoglû ragihand ku dê meclisê terk neke û li meclisê Nobeda Edaletê da destpêkirin. Gergerlîoglu di roja 5’emîn a çalakiyê de ji aliyê polîsan ve bi darê zorê hat binçavkirin. Gergerlîoglû piştî îfadeyê serbest hat berdan.

Polîsan saetên serê sibê Gergerlîoglû binçav kirin û nehiştin nimêj bike û kincên xwe li xwe bike. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bû şahidê binçavkirinê û wiha got: “Bi zorê Gergerlîoglu binçav kirin. Tenê destûr da ku abdêstê bigire. Binçavkirina Gergerlîoglu, ji bûyerên 1994’an xerabtir in. Destûr nedan ku nimêja xwe bike û cilên xwe li xwe bike. Bi sedan polîs hatibûn. Gergerlîoglu xwest nimêj bike. Lê destûr neda nimêjê bike. Bi girtekên şaş û derew ên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin serê sibê bi zorê dema Gergerlîoglu ji tuvaletê derdiket binçav kirin û birin.”

Huseyîn Kaçmaz, da zanîn ku mixabin dîmen û geşedanên pêş ketin ji yên salên 1994’an xerabtir bûn û wiha got: “Her çend dîmenên salên 1994’an li Tirkiye û cîhanê xweş xuya nebin jî, lê ev dîmen îro dîsa li meclîsê dubare bûn. Polîsan mudaxaleyî min û wekîla me Fîlîz Kerestecîoglu jî kirin. Bi milê min girtin û pêşiya min girtin. Destûr nedan ku em dîmen bigirin û vê rewşê teşîr bikin. Ji bo me asteng bikin her tişt kirin. Koma HDP’ê girtin. Serê her odeekê polîsek bi cih kirin. Destûr nedan ku derkevin derve jî. Hindik mabû mamoste Omer bixin xwarê. Bi dehan polîsan ew li pey xwe kaş kirin û birin. Em ê têkoşîna li dijî vê zilm û bê hiqûqiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştî polisan serê sibê parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu bi zorê li meclîsê binçav kirin, li ser hesabê medya înternetê ya Twitterê Trend Topic (TT) bû.

ENQERE