20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gergerlîoglu: Serî natewînim, teslîm nabim

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Omer Faruk Gergerlîoglu, bi aşkerakirin û teşîkirina binpekirina mafên mirovan û îşkenceyan, bû hedefa AKP’ê. Piştî ku doz li Gergerlîoglu hat vekirin dadgehê ceza lê birî û bi biryara meclisê jî parlamenteriya wî hat betalkiririn. Gergerlîoglu li dijî betalkirina parlamenteriya xwe li meclisê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kir û piştî çalakiya xwe 5 rojan polîsan bi ser meclisê de girt û Gergerlîoglu li ber destê sibê hat binçavkirin û paşê serbest hat berdan.

Gelek bertek li dijî vê pêkanînê hatin nîşandan. Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku parlamenteriya Gergerlîoglu “Li dijî standartên navneteweyî” hatiye betalikirin.

Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, teblîgat ji Gergerlîoglu re şand û bi hinceta cezayê wî yê darazê teqez bûye, xwest di nav 10 rojan de teslîm bibe. Gergerlîoglu, li dijî vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.

Gergerlîoglu, têkildarî binçavkirina xwe û doza girtina li HDP’ê hat vekirin, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

‘Em serî natewînin’

Omer Farûk Gergerlîoglu di hevpeyvînê destnîşan kir ku biryara ji bo wî hatiye dayîn nehiqûqî ye, ew teslîm nabe û wiha got: “Biryar binpêkirina mafê gel e. Em serî natewînim û çok danaynim. Ev meseleyeke rûmetê ye, em ê heta dawî li ber xwe bidin. Ez naçim cihekî bila werin min bibin. Ez li vê derê, li Enqereyê me. Bi rojê li navenda partiyê me nobeda edaletê digirim.” ‘

‘Desteka gel di asta herî jor de ye’

Parlamenter Gergerlîoglu diyar kir ku hin kesan jê re gotiye here derveyî welêt lê wî ji wan re gotiye ku ew ê têkoşîna li vê derê bidomîne û wiha axivî: “Hin rêgezên me hene, ji ber vê jî em paşde gav navêjin û em ê heta dawî li ber xwe bidin. Desteka gel di asta herî jor de ye. Têkoşîneke mezin hat dayîn. Ez hê jî parlamenter im. Parlamenteriya me xesp kirin. Gel em hilbijartin, gel dikare ji me bistîne.”

‘Min mafê her kesî parast’

Gergerlîoglu anî ziman ku wî di dema parlamenteriya xwe de bêyî cudahî mafê her kesî parast, niha jî gelek kesên ji beşên gel û cuda wî diparêzin, destekê didinê û wiha got: “Ev tiştekî pir girîng e. Min siyasetê wek perwerdeya mafê mirovan kir. Ji bo civak di warê mafê mirovan de bi pêş bikeve min dest bi siyasetê kir. Kêm zêde ez gihîştim armanca xwe. Heger tirkek mafên kurdekî neparêze, suniyek mafê elewiyekî neparêze em nagihîjin cihekî. Divê em mafê her kesî biparêzin û her kes jî mafê me biparêze.”

‘Nehiştin ez limêj bikim’

Di berdewama axaftina xwe de Gergerlîoglu behsa dema binçavkirina xwe kir û diyar kir ku polîsan bi bêbextî û derewan ew binçav kirine û domand: “Wan ez derp kirim. Hê jî di laşê min şopên derban hene. Bi dest û lingên min girtin, hewl dan min wisa bikim wesayîtê lê min nehişt. Min got bisekinin ez du deqeyan limêjê bikim lê nehiştin. Nehiştin ez cilên xwe li xwe bikim. Ev kîn û nefreta çi ye, min fêm nekir.”

‘Betalkirin û doza li HDP’ê ne rasthatin e’

Gergerlîoglu bal kişand ser betalkirina parlamenteriya xwe û doza girtina HDP’ê û wiha got: “Betalkirina parlamenteriya min û daxwaza girtina HDP’ê ne rasthatinek e. Piştî dadgehê ceza li min birî, li ser medya civakî xebatek dijber hat. Her kes dibêje em li dijî vê yekê ne. Piştî dîtin ku HDP partiyek pir xurt e, der barê wê de doza girtinê vekerin û dixwazin bi vê yekê partiyê krîmînalîze bikin. Xwestin kesên piştgiriyê didin wê bitirsînin. Xwestin bêjin hûn piştgiriyê didin Gergerlioglu lê ‘Ev partiya terorîstan e’ û rê li berê bigirin. Ev rêbaza Goebbels e.”

‘Bi girtina HDP’ê mesele çareser nabe’

Gergerlîoglu da zanîn ku dixwazin ser meseleya kurdan bigirin û partiya mafê kurdan diparêzin jî dem û dûz bikin û wiha pê de çû: “Kurd dibêjin mafe me binpê nekin. Îro tu kurd nikare bêje cudakarî li min nehatiye kirin. Ji ber ku her kurd bi cudakariyêre rû bi rû mane. Ji ber ku HDP heye an jî PKK heye, ev meseleya kurdan derneket holê. Jixwe ev pirsgirêk bere hebû. Ji ber meseleya kurdan hebû HDP jî û PKK jî derket holê. Niha ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan li rêyekê digerin. Bi girtina HDP’ê nikarin meseleyê çareser bikin. Îro ev hat girtin, dê sibê partiyeke din bê vekirin. Çend sal in partiyan digirin, lê çareserî tune. “

‘Ew têk çûn em bi ser ketin’

Têkildarî çalakiya xwe ya “Nobeda Edaletê” jî Gergerlîoglu destnîşan kir ku ew pê bawer e ku çalakiya nobedê encam girtiye û wiha got: “Yên li hemberî me pir bêzar bûne. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekemîn e, li ruyê parlamenterekî biryarê dixwînin û parlamenteriya wî betal dikin. Gotin tu yê derbikevî, nin jî got ez dernakevim û min li ber xwe da. Me dirûşmên xwe berz kirin. Me daxuyanî da. Hemû medyaya navxweyî û navneteweyî em dîtin. Hemû cîhanê em temaşe kirin. Me li wir dengê xwe bilind kir. Ew têk çûn. Em bi ser ketin.”

‘Gel di Newrozê de piştgiriyeke mezin da’

Gergerlîoglu herî dawî ji bo pîrozbahiyên Newrozê anî ziman ku gel li partiya xwe xwedî derket û wiha axivî: “Gel li dijî daxwaza girtina HDP’ê û betalkirina parlamenteriya min pir bi hêrs e. Binêrin Newroza Amedê di salên dawî de Newroza herî bi coş û bêhempa bû. Dîsa li Wanê girseyek pir bicoş û kelecan hebû. Gel bersiv da vê yekê. Gel piştgiriyek pir mezin da. Em ji bo gelê xwe hene. Em çiqas ji bo wan xizmetê bikin hindik e.”

Gergerlîoglu li navenda partiya xwe HDP’ê “Nobeda Edaletê” didomîne û serdanên piştgiriyê tên kirin. Îro ji bajarên Stenbol, Çanakkale û Sêwaz welatî serdana Gergerlîoglu kirin û piştgiriya xwe ji bo wî nîşan dan.