Thursday, June 24, 2021

Geyîk: Ziman û çand bi hev re hişmendiyê ava dikin

Pirtûka bi navê Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî ya Resûl Geyîk ji Weşanên Azad derketibû. Di pirtûkê de beşên “Rola Peyvan û Hînkirina Wan” , “Hînkirina Rêziman” , “Xwendin û Nivîsîn” , “Bikaranîna Hêmanên Çandî” , “Bikaranîna Wêjeyê Di Hinkirina Zimên De” cih digirin û pirtûk ji 220 rûpelan pêk tê.

Resûl Geyîk têkildarî armanca nivîsîn û naveroka pirtûka xwe axivî. Geyîk da zanîn ku ev pirtûk bi armanca pêşeroja zimanê kurdî ya ku bi perçeyên din re bên dirûn û bibin yek, nivîsiye.

Nivîskar Resûl Geyîk der barê nivîsina pirtûkê de ragihand ku niha li Tirkiyeyê 5 zanîngehên enstîtuyên zimanê zindî hene lê xebatên wan ên li ser zimannasî û perwerdeyê nasekinin û wiha got: “Ji bo perwerdehiya kurmancî li zanîngehan weke fakulteya perwerdehiyê tune ne. Ji ber vê yekê ev kêmasiyeke mezin bû.Wekî din ez her tim di nav xebatên ziman de bûm. Li komeleyan, saziyan em zimanî didin hînkirin. Lê divê mirov kare xwe bi rêkûpêk bike û metodeke mirov hebe ku mirov bizane çi karî dike. Wexta min master dikir jî min biryar da ku ez li ser vê tezekê amade bikim. Di teza min de çar beş hebûn lê min di vê pirtûkê de beşeke din lê zêde kir û naverok jî hinek guhert. Ji ber ku min dixwest hem di warê akademik de hem jî di warê jiyanê de valahiyekê dagirim. Nivîsandina wê qasî salek, salek û nivekê girt.”

Rê û rêbazên hînkirinê

Geyîk di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rê û rêbazên hêmanên hînkirina rêzîman û ev tişt got: “Ez weke çareserî hêmanên çandiniyê bikartînim. Hêmanên çandiniyê çi ne? Wexta dê û bav ji bo zarokekî biçûk dilorînin. Wexta zarok li gundan dilîzin, zûgotinokan bi hev re dibêjin. Bi vî awaya jî ziman û çand bi hev re di hişmendiya mirovan de cih digire. Tişta ez dixwazim bêjim ev destpêkeke, dema mirov dest bi perwerdehiya ziman bikin, ka kirîter çiye wê çawa bikin wê materyalan çawa hazir bikin? An jî dema di polekê de asta xwendekaran ne homojen be wê mamoste çi bike? Yanî di vî warî de hinek  tiştê ku min di qada pratîkê de dîtî ye, min derbasî nivîsê kir. Helbet heta ji destê min hat min xwest van têkûz bikim ku mirov bikaribin bi awayekî rehet ji hev veçirînin û bi kêrî wan bê.”

Hînkirina malê ya li qursê cuda ye

Resûl Geyîk diyar kir ku di pirtûkê de qala 23 rêbazên hînkirina peyvan kiriye û wiha pê de çû: “Li qursan an li malê wexta em ziman bidin hînkirin, ka em ê peyva çawa bidin hînkirin? Hînkirina malê û ya li qursa cuda ye. Ji ber ku kesên diçin qursa bi hişmendiyekê diçin. Lê zarok ne wisa ne. Heta ji destê min hat min 23 rêbazên hînkirina peyvan li vê derê şirove kir ku mamosteyên qursan bikaribin li gorî rewşê xwe adabte bikin û bikaribin materyalên xwe amade bikin.”

 Min pirtûk bi zimanê gel nivîsî ye

Nivîskar Geyîk anî ziman ku bi vê pirtûkê xwest teoriyê bide niqaşkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wexta min pirtûk nivîsand min nexwest bi zimanekî pir tev li hev an jî yekî pir akademik ku mirov jê fêm nekin binivîsim. Min bi zimanekî ku gel bi rehetî karibe jê fêm bike nivîsand. Heta bi zanebûn min  negot pirtûk min got kitêb an jî min negot pênûs min got qelem. Helbet hûn dikarin vê rexne jî bikin lê qesta min ewe ku dema herkes lê binêre bikare tiştekî jê fêm bike.”

Geyîk axaftina xwe de dest nîşan kir ku jixwe wêjeya kurdî ya bi devkî xurt û hêmanên çandî jî bikar anîne û wiha got: “Wexta em peyva didin hînkirin em dikarin mijareke ji wêjeyê bigirin. Çanda me folklora me besî me ye. Em li folklora xwe binêrin bi hezaran peyv hene ku têra me bikin.”

Axaftina bi kurdî ziman bi pêş dixe

Nivîskar Resûl Geyîk diyar kir ku ziman bi guhdarkirin û axaftin3e pêş dikeve û wiha bi dawî kir: “Heke mirov bi yekê re bi tirkî biaxive ew axaftin bi tirkî didome. Lê heke mirov bi kurdî biaxive kîjan zarava be ferq nake dê bi wî şiklî here. Tişta herî girîng axaftine. Mînak gelek kesên beşa zimanê kurdî xwendî hene lê bawer bikin belkû rojê nîv saetê bi kurdî naxwînin. Mînak rojnameya Xwebûnê hefteyê rojekê derdikeve. Bi xwe re nabînin di hefteyekê de rojnameyeke bixwînin. Mirov bi xwendin û axaftinê peyvan digire û dide. Ziman candar e. Candar bûyîn jî girêdayî mirovan e. Wekî din mirov salê carek du caran pîrozbahiya ziman bike ne rast e. Ji ber ku ziman her roj di jiyana me de heye. Mirov bi vî zimanî dijî, bi vî zimanî xwe îfade dike, bi wî zimanî jiyana xwe di mejî de, di dil de heya malê pêk tîne. Ji ber wê divê ziman her roj di rojeva me de be. Ne tenê salê rojek salê 365 roj bi awayekî xwezayî li her derê em ê bi zimanê xwe bi axivin.”