Duşem, Mijdar 29, 2021

Giorgio Caproni û hêza wergerê

Dema behsa wêjeya neteweyî ya welat û neteweyan dibe, yekser Shakespearê ingilîzî, Molierê fransî, Danteyê îtalyanî, Sadiyê farisî û Goetheyê almanî têne bîra mirov. Em weke kurdên bakurê Kurdistanê bêhtirên van navan di ser wergerên zimanê tirkî re nas dikin. Ger nivîskarek temsîlkar û navdareke/î wêjeya zimanekî be û di tirkî de nehatibe wergerandin, pirê caran em ji wê/î nivîskarê/î bêpar dimînin ger zimanekî me yê dîtir ê biyanî tune be. Dema mirov zimanekî biyanî hîn dibe û di wî zimanî de rastî nivîskarên cuda tê, êşa bindestî û ya bêdewletbûnê ji nû ve di dilê mirov de diare. Li vê derê hêza wergerandina berhemên wêjeyî dîsa tîne bîra mirov ku netewek bi zimanê xwe yê qedîm jî dikare vê valahiya bêdewletbûnê dagire. Weke nimûne ji bo wergera wêjeya zimanê îngilîzî ya li kurmancî, mirov dikare wergêrê kurd Kawa Nemir û bi dehan pirtûkên wergerandine kurdî nîşan bide.
Ji wêjeya Îtalyanî Dante, Umberto Eco, Susanna Tamaro, A. Tabucchi, Dino Buzzati, N. Machiavelli, Italo Calvino, G. Boccacio, Pirandello û gelek navdarên îtalî ji ber wergerên wan ên bi zimanê tirkî ji teref piraniya wêjehezên kurd ve têne naskirin. Lê mirov nikare ji bo wergerên wan ên kurdî çend mînakan bide ji bilî çend awarteyan.
Vê havînê di gera xwe ya bajarê Genovaya Îtalyayê de cara pêşîn bi tesadufî li navê helbestkarekî hêja yê wêjeya îtalyanî rast hatim ku ti berhemên wî li zimanê tirkî nehatine wergerandin, ji ber hindê bêparmayîna heta îro ji helbestên wî û nezanîna bi zimanê îtalî heyfek di dilê min de bi cih kir.

Di ger û çûna cihê bilind û xweşik (panoramîk) ê Genovayê de ku weke Castelletto tê binavkirin, li gotinên helbestkêr ên li ser dîwarekî rast hatim. Bi vê nivîsê jî ez bûm şahidê navekî nû yê wêjeya zimanê îtalî. Li ser gotinên wî wateya bihuşt û dojehê ya ji ferhenga nivîskaran dîsa li hişxaneya min tev liviyan. Ji ber hindê min da dû hûrgiliyên jiyana wî ya cihêreng û min xwest bi çend peyvên kurmanciyê vî qedirbilindê wêjeya îtalyanî, Giorgio Caproni bikim mêvanê kurdîhezan. Dibe ku rojekê kurdekî îtalîzan li deriyê cîhana wî ya wêjeyî bixe û helbestên wî bike milkê wêjeya kurdî.

Helbestkar û sînemagerê îtalyanî Giorgio Caproni yê di navbera salên 1912-1990’î de jiyayî, Castellettoya li bajarê Genovayê weke bihuştê bi nav dike ku ew der bajêr ji jor ve dibîne. Ji bo derketina jorê pêdivî bi asansorekê heye. Asansora bi navê Castelletto li ser Piazza del Portelloyê (meydan) ye. Dema mirov dikeve hundir, lîwaneke (korîdor) dûdirêj heye û li ser dîwarê milê rastê gotina Caproni cih digire:
“Dema min biryara çûyîna bihuştê dida, ez derdiketim asansora Castelletto. (Quando mi sarò deciso di andarci, in paradiso ci andrò con l’ascensore di Castelletto)”
Helbet ev lîwana ku nivîs li ser dîwarê wê ne rêya bihuştê ye, lê belkî ji bo helbestkêr cihê xeyalkirin û afirandina hêmaya bihuştê be. Çinku helbestkar ew kes e ku ji nava dojehê hêmayên bihuştî diafirîne. Berovajî gotina Caproni, Gabriel García Márquez gotiye, “Ez dibêjim qey hûn nivîskarekê/î bi jiyîna bihuştê ango dojehê re rû bi rû bihêlin, ew ê dojehê hilbijêre. Ew ê li wê derê hîna bêtir alavên wêjeyî peyda bike.”

Her çiqas gotinên Caproni û Márquez weke gotinên dijberî hev xuya bibin jî, ew bi hişên xwe yên afirîner berê şewqa ronahiya xwe didin ser heman tiştî. Dema mirov dojeh û bihuşta dinyewî bîne ber çavên xwe û jiyînan li serradê bixe, ji bo nivîskêr ti vebijarkên dîtir namîne. Ew ê nivîskar pala xwe bide êşên xwe û ji wê derê gotinên xwe rêz bike. Ji ber ku xwedayekî bi tenê yê nivîskêr heye ku ew jî hişê wê/î bi xwe ye. Ew, hiş diperesîne û hiş pîroz dihesibîne. Di vê biwarê de serpêhatiya Caproni têra xwe rênîşander e. Ji gotinên wî û çend rêzikên wî mirov dikare rêya xwe derxe ser mala wî ya wêjeyî. Giorgio Caproni dibêje, “Ez zarokekî xerab bûm, dema ez şaşwaz nedibûm û ji heyra devê min ji hev nediçû, ez di nava gêjgerînekekê de bûm. Ne bextewar bûm: Di serî de her tiştî ez bi jehrî kirim. Min ji bo saetekê duçerxeyek kirê kir û min dît ku ew saeta ji zû ve qediyaye. Min bi bendewariya dawîhatinê, têra xwe êş kişand.”

Di serdema Leghornê de, di 7’ê çileya 1912’an de Giorgio Caproni weke zarokê xanima bi navê Anna Picchi û begê bi navê Attilio Caproni yên bi eslê xwe germen hate jiyanê. Salên 1915-1921’ê salên hêsir û xizaniya reş in. Caproni di wan salan de xwe bi xwe hînî xwendinê dibe û ji teref malbata xwe ve li dibistana dînî tê qeydkirin. Ew li dêrê ji rehbika bi navê Michelina hez dike, lê jina rehbik her carê gefan li wî dixwe ku dê rozeta wî ya serfiraziyê jê bistîne. Ew dibêje: “Rehbikan serê min bi kaxezên pîroz dadigirtin. Pir şîrîn bûn. Lê xwedayê ku dixwestin bi min bidin hezkirin, weke aveke li ser tehtekî hişk di ser min re bihurî.”

Di wan salan de Caproni dibe şahid ku zarokên temenên wan li derdora neh-deh salî yên çek di destên wan de be bi çi awayî mirovan dikujin. Li bajarokê Livornoyê yê ku malbata wî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn mala xwe bar kiribûnê, şer û pevçûn û êrîşên mezin lê diqewimin. Ew li dibistana şarewaniya Giganteyê di pola sêyemîn de ji teref mamoste Melosî ve bi awayekî sadîstî tê bigirîvekirin. Ew ji bo meşên rojên yekşeman ên li gel bavê xwe dibêje, “Hingê bavê min Attilio, ez û birayê min Pier Francesco dibirin Archiyê.” Tê bîra wî ku bavê wî ji bo temaşekirina Cavalleria rusticana ya di rêveberiya Mascagni de ew dibir Teatro degli Avvaloratiyê.

Ew wan deman heyranê trênan e û dixwaze bibe makînîstek. Ji ber wê li bajarokê Livornoyê piştî nîvroyan li ser pirekê bi saetan li şivtrênan temaşe dike û çavdêriya trênan dike. Xwendinên xwe yên pêşîn jî di nava xeyalên makînîstiyê de bi keşifkirina pirtûka bi navê Helbestvanên Reh û Rîşalî (Sicîlyayî, Toscanayî) ya weke antolojiyê dike. Her wiha rasthatina wî ya li Komedyaya Xwedayî ya Danteyî jî bi rêya xêzeromanên bi destê Doré çêdibe. Cerebeya xwe ya yekemîn jî bi navê “Çîrokek der barê şeytên de” bi vê minasebetê nivîsandiye. Ew li ser şexsiyeta xwe ya melankolîkî ya wê demê wiha dibêje, “Ez zarokekî xerab bûm, dema ku şaşwaz nedibûm û bala min nediçû ser tiştên nepenî, ez weke zarokekî keviravêj tevdigeriyam. Pir ne bextewar bûm. Di serî de her tiştî ez bi jehrî dikirim…”

Bajarê jidayikbûnê, Livorno her tim nivîsên Caproni dineqşînin û ew wê derê her tim bi bîra mirov dixe. Caproni li ser bajarê Livorno di helbesteke xwe de wiha gotiye:
“Heta ez hebim dê ev bajar jî hebe, di hişê min de asfalteke bêdawî ya Voltoneyê bi bêhna bazara masiyan a Navendê li rex xendekên di çêja qeşaşîrê de ji valahiyê zîvêr.
Gilovereke bi palgehên spî rapêçayî û li navenda qada dêwasa ku di bergeha çavên min de du peykerên dîrokî yên li dora wan hesinên reşqetranî ji bo hestkirina çêja zivistanî ya metalîk dîtina ava reş û birqok a li rex mêwên tijî bizirkitan.”

Di adara 1922’yan de ji ber îflaskirina cihê kargehê yê bavê xwe, Caproni li gel malbatê ji bo karekî nû ew bar dikin bajarê Genovayê. Mîna Livorno, bajarê Genovayê jî ji nivîsa wî re dibe binyad. Ew ji bo vî bajarî dibêje, “Belkî bajarê min ê yekemîn ev der be. Min li vir zarokî li dû xwe hişt, min xwend, mezin bûm, min êş kişand, hez kir. Her kevirekî Genovayê têkîldarî dîrokçeya min a însanî ye. Belkî jî sedema evîna min a Genovayê bi tenê ev be, dûrî taybetiyên hundirîn ên bajêr, serbixwe û bi kêfxweşî risteyên helbestên min kerpîçên xwe rêz dikin.”

Caproni di sala 1925’an de li dibistana Salita Santa Caterinayê, Enstîtuya Muzîkê ya Giuseppe Verdi perwerdeya kemanê û kompozitoriyê werdigire. Dema xebatên xwendina notayan ew besteyên xwe yên pêşîn çêdike. Ji ber ku mamosteyê wî ferq dike ew notayan naxwîne, afirandina wî ya besteyan vediguhere nivîsandina gotinên muzîkê. Bayê muzîkalî yê Genovayê wî ber bi Ponte dell’Albayê ve dibe ku li wir fîkîna muzîkê lê dibihîze. Ew weke kemanjenekî di operayan de li rêza pêşîn lêdixe. Her kes wî ji ber kemanjeniyê teqdîr dike ku ew ê di pêşerojê de bibe kesekî navdar.

Lê şevekê di soloya Jules Massenet a Thaïs de dema kemana xwe diguherîne hestek wî radipêçe ku ew ji bo vî karî ne guncav e: “Heta hejdeh saliya xwe xwendekarekî kemanê bûm ku min ji bo Alare, Mazas û Kreutzer li ber xwe dida û min ji bilî wêjeyê tiştek nizanîbû. Li dibistanê hîn bûm ango min ji ser dezgehan distend. Dema min biryara nivîsandina rêzikên pêşîn da jî min tabûta reş û biçûk a sêhra xwe ya yekemîn bi salan û bi hezkirin di bin çengên xwe de gerand, ketim cîhana wêjeyeke xwedêgiravî.”
Ew rabirdûya pêşketina xwe bi sicîlyayiyên kevn û Toskanayiyên berê ve girê dide û xwe li ser asasê helbestvanên klasîkî ava dike. Bi vî awayî pirtûkên xwe li dû hev dinivîse (Like en alegory, 1936. Ballo a Fontanigorda, 1938.)
Di salên 1933-34’an de li alaya piyadeyan a 42’an a Sanremoyê leşkeriyê dike. Di Hezîrana 1940’î de ji bo tevlêkirina şerê li dijî Fransayê wî dîsa digirin leşkeriyê. Ew van salan weke “Şahesereke Bêwatebûnê” bi nav dike.
Ev ezmûn wî li ser hizrên nû dide fikirandin û di kovara Augusteayê de gotaran pê dide nivîsandin. Di sala 1948’an de tev li Kongreya Entelektuelên Alîgirên Aştiya Cîhanî ya Breslavialê dibe.
Helbestkar Caproni di helbestên xwe de mijarên dubareyî (Livorno, Genova, dayik, memleket, gerr, ziman) vedibêje û wan bi hestên sade û rasterast ên pisporiyeke şêwaza metrîk ve digihîne hev. Ew şêweya klasîk a soneyan dişopîne, bi bikaranîna nerûpêkiya soneyî ya şikestî kafiyeyên hundirîn, hevoksaziyên şikestok û baneşanan derdixe pêş. Li gora wî, mijara zimên hêjayî pesinandinê ye lê carna bêkêr û xapînok e: “Nesir û berhemeke manzûm bigirin dest, ti kes bi rastî bi ser neketiye vebêje bê gulek bi awayekî cewherî tê çi wateyê.”

Giorgio Caproni li dû barkirina ji jiyanê jî nayê jibîrkirin û hezkiriyên wî ji bo nemirkirina navê wî dikevin hewldanan. Di serê salên 2000’î de Eyaleta Genovayê li Montebrunoyê Parka Çandê ya “Giorgio Caproni” ava dike.
Li Fontanigordayê “Rêya Helbestê ya Giorgio Caproni” heye. Di 2007’an de li Livornoyê plaketek li ser navê wî li Corso Amedeyê tê çikandin (Ev der cihê jidaybûna Giorgio Caproni ye. Weke bajarê şahid ê rojbûyîna wî narîn û helbestkarê mezin.) Di 2009’an de li Via Maggi, meydana Piazza Cavour navê wî tê dayîn û li bajarokê Fontanigordayê navenda çandekê li ser navê wî tê vekirin. Di sedsaliya rojbûna wî de (2012) gotinên muzîkê yên ku wî nivîsandibûn ji teref muzîkjen Luca Brignole ve têne bestekirin û li Konservatiwara Niccolo Paganini ya Genovayê tê pêşkêşkirin.

Hejmareke zêde ya pirtûkan û jînenîgariyeke dûdirêj a tijî afirînerî ya Giorgio Caproni heye ku mirov nikare di nivîseke rojnameyekê de cih bide gişan. Caproni her wiha ji zimanê Fransî werger kirine û îmzeya xwe li binê gelek fîlimên navdar jî daye.
Ev nîşe ji bo sînemageran jî û ji bo wergêran jî mijareke lêkolînê ye. Bi hêviya ku di rojeke nêzîk de kurdîhezekî îtalîzan karibe berhemên Caproni wergerîne zimanê kurdî û jiyana wî ya cihêreng têxe nava refikên pirtûkxaneya kurdî.

Naveroka berêDayikên Aştiyê yên Wanê meclis ava kirin
Naveroka ya piştî vê“X”