16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girîngiya lûtkeya sêalî ya li Iraqê

Serokê Misirê Abdulfetah El Sîsî û Qralê Urdunê Abdulah El Sanî duh ji bo tevlêbûna lûtkeya sêalî ya Misir, Iraq û Urdunê hatin Bexdayê û tev li vê lûtkeyê bûn. Serokê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîr Mustefa El Kazimî pêşwaziya mêvanên xwe kirin.

Wekî tê zanîn tevlihevî û bêaramiya bi salan e li Iraqê heye ew hinekî rol û mîsyona Iraqê ya di nava welatên erebî de dûr xistibû. Pirsgirêka herî zêde zirarê dide Iraqê destwerdana Îranê ya di kar û barê wê de ye. Îran bi riya komên siyasî û çekdarên girêdayî xwe bandoreke mezin li Iraqê dike. Bi taybetî şerê veşarî yê di navbera Îran û DYA’yê de piranî li Iraqê û carinan jî li Sûriyeyê pêk tên.

Wekî mînak ev serdana serokê Misirê Abdulefetah El Sîsî di nava 30 salên dawî de serdana yekemîn ya serokekî Misirê ye bo Iraqê.

Yek ji mijarên sereke yên “Lûtkeya Bexda 2021” aborî, bi taybet jî projeya “Şama Nû” bû. Ev projeya ku di lûtkeya borî ya her sê welatan de jî hatibû rojevê, li ser hevbendî û hevkariya aborî ya di navbera hersê dewletan de tê gotibêjkirin û wekî projeyek girîng tê dîtin.

Her wiha piştî desthilatdariya Abdufetah El Sîsî têkiliyên Misrê bi cîhanê re berfirehtir bûn û dîsa li Rojhilata Navîn bûye xwedî rol û mîsyoneke mezin. Wekî mînak mirov dikare nabênkariya wê ya di navbera Israîl û Filistînê û rola wê ya di îlankirina agirbesta di navbera her du aliyan de destnîşan bike.

Serokê Wezîrê Iraqê Mustefa El Kazimî divê dema dawî de behsa aktîfkirina rola Iraqê dike û navê (Şama Nû) li vê plan û projeya xwe dike.

Iraq dixwaze dîsa rol û mîsyonekê di nava cîhana erebî û Rojhilata Navîn de bilîze, lewre jî ev lûtkeya bi Urdun û Misirê re gaveke girîng e ji bo vê yekê.

Lê ji aliyekî di ve herî zêde Îranê naxwaze ku Iraq li ser piyan bisekine û bi hêz bibe. Ji ber ku welatê herî zêde ji bêaramî û tevliheviya vî welat sûd wergirt Îran û siyasetmedarên girêdayî wê bûn. Rayedarên Îranê bi riya aliyên siyasî ên girêdayî xwe û bi riya komên xwe yên çekdar bandora xwe li ser hemû siyaseta vî welatî dike.

Lewre jî di Iraqeke bi hêz de dê rê li pêşiya Îranê û alîgirên wê were girtin û dê nikaribin wekî berê destwerdana kar û barên Iraqê bikin.

Ji aliyekî din ve aliyê din ê ku herî sûdê ji bêaramî û tevliheviya Iraqê dibîne, hikûmeta tirk e. Di nava vê tevliheviyê de bi dehan bargehên xwe yên leşkerî li başûrê Kurdistanê çêkirine, kengî bixwaze leşkerên xwe dişîne nava axa Iraqê û operasyonan pêk tîne.

Ev jî tê wê wateyê ku dê herî zêde rejîma Îranê û hikûmeta tirk li dijî van hewldanên rayedarên hikûmeta Iraqê derkevin. Her wiha Iraqeke bihêz dê rê nede destwerdan û destdirêjiyên van aliyan ku bi qîma dilê xwe destwerdanana vî welatî bikin.

Mijarên siyasî jî dihewîne û ji aliyê Amerîkayê ve tê destekkirin, li gorî pisporan Amerîka dixwaze bi vê yekê li Rojhilata Navîn serweriya xwe xurt bike.