spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girîngiya serdana heyeta Rûsyayê bo Şamê

Wekî tê zanîn beriya demekê di navbera Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Partiya Vîna Gel a Sûriyeyê de li Moskovê protokolek hatibû îmzekirin. Xalên esasî yên vê protokolê, navendîbûna Sûriyeyê û şêwazên erkên wê ne. Ji bo çareseriya pirsa kurdî li Sûriyeyê li gorî hevpeyman û qanûnên navneteweyî vîna gel esas bê girtin û rêxistinkirin. Di civînê de bal kişandibûn ser rola HSD’ê ya li dijî terorê û jiyana hevpar a li herêmê û dîsa ewlehiyê. Ew protokola ku di navbera van her du aliyên siyasî de hatibû îmzekirin gelekî girîng bû ji bo aktîfkirina diyaloga Sûrî-Sûrî û di wî warî de gaveke pêşeng bû.

Hêjayî gotinê ye her çendî ji aliyên cuda ve MSD wek temsîlkarê kurdan bê dîtin jî lê di rastiya xwe de di nav MSD’ê de hemû gelên wê herêmê cih digirin û temsîla hemû herêma ku di bin serweriya wê de ye, dike.

Rûsyayê jî piştgirî dabû vê protokolê û piştî wê bi çend rojan heyeteke payebilind a rayedarên Rûsyayê ku di nav de wezîrê karên derve Sergey Lavrov jî hebû serdana Şamê kir û bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re hevdîtin kir. Lewre jî çavên her kesî li hêviya encamên vê serdanê ye ku gelo dê bersiva hikûmeta Şamê ji bo vê lihevkirinê çi be.

Her çendî Rûsyayê bi rengekî aşkera piştgiriya vê protokolê kiribe jî dîsa divê mirov hinekî bêhna xwe fireh bike û li hêviya berteka hikûmeta Şamê ya di pratîkê de bimîne. Gelo dê heta çi radeyê bi pêşinyara Rûsyayê ya di vî warî de qayil be. Bi her halî ew protokol û lihevkirinên bi vî rengî yên di navbera hêzên siyasî yên Sûriyeyê de paceyeke xêrê ye û rê li ber çareseriyeke demokratîk vedike. Her wiha hewldanên bi vî rengî dê çareseriyeke li gorî dilê hemû gelên Sûriyeyê bîne.

Hemû lihevkirin û peymanên hêzên desthilatiyê li ser axa Sûriyeyê dikin bi tenê li ser bingeha berjewendiyên wan welatan dihatin avakirin, ne ji bo çareserî û berjewendiyên gelên Sûriyeyê. Dema diyalog, peyman û lihevkirin di nav hêzên Sûrî-Sûrî de çêbibin wê gavê dê dawî li şer û pevçûnên zêdeyî 10 sal in didomin, bi dawî werin. Dê riya çareseriyeke aştiyane ya li ser bingeha rêzgirtina li mafên gelên Sûriyeyê bi pêş bikeve.

Ji aliyekî din ve hevdîtinên wiha ji bo siberoja Sûriyeyê gelekî girîng in, ji ber ku Rûsya bûye aktoreke herî sereke li Sûriyeyê û dikare zextê li rejîmê bike da ku êdî ji bilî şer, bi riyên aştiyane çareseriyek were dîtin.

Bi her halî ev lihevkirinên wiha ku pêşî li diyaloga di navbera hêzên siyasî yên Sûriyeyê de vedikin dê bi xwe re encamên erênî û baş bîne û rê li ber bazirganên şer û pevçûnan bigire û bi xwe re çareseriyeke aştiyane bîne. Jixwe daxwaza hemû gelên Sûriyeyê jî ew e, êdî dixwazin li welatê xwe di nav aramiyê de bi rûmet bijîn.