25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girîngiya têgih, têgihiştin û têkiliyên civakî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Destpêka hemû danûstandin û têkiliyên navbera mirovan a rû bi rû axaftin e. Axaftin hem pêdiviya têkiliyên rojane û hem jî alava derbirîna fikr û boçûnên mirov e. Belê ji bo axaftinê jî pêdivî bi têgihan heye.

Çi tişt û heyberên ku tên dîtin û sêwirandin û bûyer û lêqewmînên ku pêk tên hemû di bin navekî hevpar de di binhişê me de bi cih dibin. Û em wî tiştî bi wî navî nas dikin û didin nasandin. Ew navê ku ji bo naskirin û nasandinê dibe bingeh, têgih bi xwe ye. Bêyî têgihê ne axaftin, ne vegotin û ne jî têgihiştin pêkan dibe.

Têgiha ku wateya xwe nebîne, têgihîştina wê zehmet dibe. Tênegihîştin dibe sedema gelemşeya têgihan. Gelemşeya têgihan pirê caran dibe sedema lêkdanên civakî û şer û pevçûnên domdar ên ku bi salan didomin. Şer û pevçûnên ku arîşe, rûxan û karesatên civakî pêk tînin jî dibin sedema êş û azarên mayînde û kul û birînên derûnî yên ku bi salan nacebirin. Ji bo wê, hem divê têgih li gor wateya xwe bên bikaranîn û ravekirin û hem jî naveroka wan baş were famkirin.

Çi erênî û ji neyînî dibin hemû têkilî bi saya ragihanê pêk tên. Ragihan çiqas erênî be, têkilî, danûstandin û têgihîştin jî ewqas erênî; ragihan çiqas neyinî be, têkilî, danûstandin û têgihîştin jî ewqas erênî dibe. Têkiliyên neyînî, hem dibin sedema pirsgirêkên civakî û hem jî ragihand û têgihiştinê diewiqînin. Ji bo pêkhatina têkiliyên civakî pêdivî bi vegotin, guhdarîkirin û têgihîştinê heye. Belê berî hemû pêwendiyên civakî, pêdivi bi watedayina têgihan a rastîn heye. Gava ku têgih rast neyên watedayin û ravekirin, ne têkilî bi awayekî erênî pêk tên û ne jî ragihan digihîje armanca xwe. Bêguman bêyî têgihan, ne axaftin û vegotin û ne jî têkilî û têgihiştineke erênî pêkan dibe.

Ji bo pêwendiyên civakî, pêdivî bi axaftin (vegotin), guhdarîkirin û têgihiştinê heye. Ji bo axaftin (vegotin) û têgihîştinê jî pêdivî bi sê tiştan heye: Yek; peyv û gotin, du; deng û bilêvkirin, sê; liv û tevger e. Li gor lêkolînên pedagog û derûnnasan, di pêwendiyê de; kesên ku bandorê li ser kesên pêşberî xwe dikin bi vî awayî ye: % 10 girîngiya peyv û gotinan, % 30 girîngiya deng û bilivkirinê, % 60 girîngiya liv û tevgeran e.
Têgihiştin, pêdiviya veguhastina hest û hizrên mirov ên ku bi riya vegotinê tê derbirîn e. Têgihiştin, bi saya têkilî û danûstandinê ragihanê pêkan dibe. Danûstandin û ragihan bi gelemperî bi sê awayan pêk tê. Yek; ragihana devkî, du; ragihana nivîskî, sê; ragihana bedenê ye.

Ragihana devkî, bi axaftin, vegotin û derbirina rû bi rû ya kesên ku tên pêşberî hev, pêk tê. Di ragihana devkî de, tiştê ku awa û çawaniya têkiliyê diyar dike ne tenê gotin û vegotin e. Li gel gotin û vegotinê, asta deng û liv û tevgerên bedena kesên ku bi hev re di têkiliyê de ne jî roleke girîng dilîzin.
Ragihana nivîskî, bi alavên nivîskî yên wekî name, pirtûk, rojname, kovar û hwd pêk tê. Di ragihana nivîskî de kesên ku bi hev re di têkiliyê de ne hevdû nabînin; bi saya nivîsê hevdû dinasin û têkiliyê datînin. Di ragihana nivîskî de tiştê herî girîng zimanê nivîsê ye; ango rêzman, rastnivîs û xalbendî ye. Ji bo têgihiştineke rastîn divê zimanê nivîsê rast were bikaranîn.
Ragihana bedenê, bi liv û tevgerên bedenê pêk tê. Ragihana bedenê wekî zimanê bedenê jî tê navandin. Kesên ku bi hev re di têkiliyê de ne, ji axaftin û vegotinê bêtir bedena xwe bi kar tînin. Ragihandina kesê/a ku rasterê peyameke rastîn dide kesên pêşberî xwe, zimanê wî yê bedenê bi xwe ye.
Lewre dibe ku mirov di ragihana devkî yan ragihana nivîskî de rastiyê veşêre an venebêje; belê liv û tevgerên bedena mirov tucar derewan nakin û her gav peyameke rastîn didin kesên pêşberî xwe.
Zimanê bedenê hem bikaranîna bedenê û hem jî sekna kesên ku bi hev re di têkiliyê de ne diyar dike. Sekna bedenê bi sê awayan pê tê: Sekna bifikar, sekna êrîşkar û sekna ewledar.
Sekna bifikar, sekneke neyinî ye; ewlehiyê nade kesên ku bi hev re di têkiliyê de ne. Kesên ku bi fikar tevdigerin heman gavê kesên pêşberî xwe jî tuşî nav fikaran dikin. Di têkiliyê de fikar û dudiliya mirov, dilsozî, dilpakî û dilgermiyê ji holê radike.
Sekna êrîşkar, sekneke neyînî ye; ew jî ewlehiyê nade kesên pêşberî xwe. Kesên êrîşkar hem êrîş dikin û hem jî ew bi xwe dibin hedefa êrîşan. Erîşkirin, heke ne ji bo xweparastinê be, ji ber bêewlehiyê ye.

Sekna ewledar, sekneke erênî ye. Sekna ewledar, sekna kesên ku bi xwe ewle ne û ewlehiyê didin kesên pêşberî xwe. Kesên ku têkiliyên wan li ser riknê wekheviyê ava dibin, ewlehiyê didin hevdû. Ewlehî misogeriya jiyana aram û aştiyane ye jî. Aştî, asêgeha ewledariyê bi xwe ye.

Bi kurtasiya gotinê; têgiha ku wateya xwe ya rastîn nebîne, baş nayê famkirin jî. Di ragihanê de têgihiştineke rastîn pêk neyê, vegotin bi avê de diçe. Ji bo wê divê kesên ku bi hev re di têkiliyê de ne herî kêm bi qasî hevdû bi hestiyarî û pejnkarî tevbigerin. Ji bo wê jî divê di têkiliyê de her têgih di cihê wê de bi awayekî rast bê bikaranîn. Nexwe ne wateya axaftin û vegotinê û ne jî girîngiya famkirin û têgihiştinê dimîne.