spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girîngiya xwendinê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Wisa hatiye qebûlkirin ku “candarê biaqil tenê mirov e”.
Mirovê biaqil ê ku bi hezaran sal hest û hizrên xwe, helwest û bertekên xwe, têkilî û danûstandinên xwe bi saya liv û tevgerên bedena xwe derbiriye. Bi vegotineke din; mirovê ku demeke dûvdirêj, ji bo ku fikr û boçûnên xwe, mexsed û armanca xwe bide fêmkirin, demeke dûvdirêj azayên bedena xwe bi kar aniye, hin bi hin hînê axaftinê jî bûye. Piştî ku axaftin hîn bûye, ziman pê re gihaye. Zimanê xwe, tenê ne wekî alaveke ragihandinê, her wiha wekî berdevkê mêjiyê xwe yê ku liv û bizavên wê/wî yên bedenê bi rê ve dibe jî xebitandiye.

Vegotina devkî, hem bi têkiliyên rojane re pêştir çûye û hem jî gotinên ku di bîra mirov de hewiyane ji nifşekî derbasî nifşê din bûne. Bi vî awayî pêwendiya navbera mirovan a devkî derketiye holê. Vegotina devkî ya serdemên berê, heta dahûnandina nivîsê dom kiriye. Vegotin û derbirîn, piştî nivîsê hê mayîndetir bûye. Êdî li gel axaftin û guhdarîkirinê, nivîsandin û xwendinê dest pê kiriye. Xwendin û nivîsandin ji do heta îro wekî du navgînên têkiliyê û amûrên ragihandinê hatine bikaranîn.

Çawa ku pêdiviya vegotinê bi guhdarîkirinê heye; bi heman awayî pêdiviya nivîsandinê jî bi xwendinê heye. Ango çawa ku her axêverek, herî kêm muhtacî guhdêrekê/î ye, her nûserek jî herî kêm muhtacî xwînerekê/î ye. Xwendin û nivîsandin wekî du pêdiviyên jêneger û bingehîn xwe li ser hemû nifşên serdema îro ya ku wekî “serdema zanîn û teknolojiyê” tê binavkirin, dide ferzkirin. Ne mimkûn e ku tu nijad û netewe ji vê pêdiviyê bêpar bimînin.
Xwendin pêdiviyeke gerdûnî ye. Girîngiya xwendinê îro bi her awayî xwe di hemû qadên jiyanê de dide der. Ew ên ku ji xwendinê mehrûm dimînin, ji vegotin û derbirina derd û xemên xwe, kêf û şahiyên xwe û pêwendiyên xwe yên rojane û mirovane jî mehrûm dimînin. Li gel têkiliyên rojane yên di navbera mirovan de û pêwendiyên navneteweyî yên di navbera civak û gelan de pêk tên hemû bi saya xwendinê pêş ve diçin. Xwendin, dibe ku hemû pirsgirêkên mirovahiyê çareser neke; lê belê pirsgirêk û gelemşeyên wê yên heyî bêyî xwendin û nivîsandinê qet nayên çareserkirin.
Bêguman îro ro xwendin bûye pêdiviyeke bingehîn. Belê xwendin jî her gav ne nîşana qencî û dilpakiyê ye. Lewre ew ên ku xirabiyê dikin û vê dinyayê tarûmar dikin jî bi saya xwendinê gihîştine mexseda xwe.. Wekî her karî, xwendin jî karekî dualî ye; ango kiruyeke nêtar e. Her çendî ku girîngiya wê neyê nîqaşkirin jî aliyê wê yê baş û aliyê wê yê xirab heye. Aliyê wê yê baş ew e ku mirov zanebûneke erênî bi dest dixe û wê ji bo qenciyê bi kar tîne. Aliyê wê yê xirab ew e ku mirov zanebûneke neyinî bi dest dixe û wê ji bo xirabiyê bi kar tîne. Mirov di bikaranîna wê de azad e; bixwaze dikare wê di riya başiyê de û bixwaze dikare wê di riya xirabiyê de bi kar bîne.

Dibe ku kesên dixwinîn ji kesên ku naxwînin zanatir bin. Lê belê kesên zana jî her gav ne kesên baştir in. Zanabûn û başbûn ne heman tişt e. Car heye kesên zana ji yên nezan xirabtir; car heye jî yên nezan ji yên zana xirabtir dibin. Lewre ew kesên ku li ser rûyê vê dinyayê kevir li ser kevir nahêlin hemû zana ne. Ew kesên ku şer derdixin û alavê şer ên kujende hildiberînin û wan ji bo komkujiya mirovan bi kar tînin jî zana ne. Ew ên ku mirovan berdidin hev û wan bi hevûdu didin kuştin jî hemû zana ne. Îcar ew ên ku li hemberî vê xirabiyê derdikevin û ji bo aştî, azadî û aramiya mirovahiyê li ber xwe didin jî bi saya xwendinê digihîjin mexsed û miradê xwe. Xwendin ji bo her du aliyan jî alava zanîn û zanebûnê û navgîna ragihandin û pêşketinê ye.
Gava ku em dêhna xwe didinê, em dibînin ku pêşketin, serketin û geşedanên ser rûyê erdê bi saya xwendina ku hemû deriyên zanebûnê li ber mirov vedike pêk hatine. Dibe ku pêşketin, geşedan û serketinên vê dinyayê ne ji bo qenciya mirovahiyê bin; belê dîsa jî ew bi saya xwendin û zanabûnê hatine bidestxistin. Di vê hêlê de gelek mînakên zindî yên berbiçav ku rewşa welat û civakên cîhanê û asta civakên wan li ber çavan radixin hene.
Li gor lêkolîn û daneyên zanistî, mêjera xwendina pirtûkan a hemwelatiyên çend welatên cîhanê wisa ye:

Li Japonyayê, kesek di salekê de 25 pirtûkan dixwîne.
Li Îngilistanê, kesek di salekê de 14 pirtûkan dixwîne.
Li Fransayê, kesek di salekê de 13 pirtûkan dixwîne
Li Almanyayê, kesek di salekê de 12 pirtûkan dixwîne.
Li Tirkiyeyê, kesek ji deh salan pirtûkekê dixwîne.
Li tevahiya welatên ku gelê wê misliman in kesek ji 25 salan tenê pirtûkekê dixwîne.
Li gor van daneyan, mirov dibêje qey Qurana Pîroz a ku tê wateya ‘pirtûka ku tê xwendin’ û bi raweya fermanê ya ku dibêje: “Bi navê Xwedayê xwe yê afirîner bixwîne!” ne ji bawermendên dînê îslamê ku her ji 25 salan tenê pirtûkekê dixwînin re; berevajiyê wê, ji japonên ku salê 25 pirtûkan dixwînin re daketiye. Mirov dibêje qey dengê pêxemberê umeta îslamê neçûye mislimanên Rojhilata Navîn. Mirov dibêje qey ji dêlva mislimanên Rojhilata Navîn, budîstên Japonyayê yên ku 3 hezar kîlometre dûrî xaka ku pêxember bi xwe lê jiyaye ew deng bihîstine ku di salekê de 25 pirtûkan dixwînin.
Îcar ne hewce ye ku em dirêj bikin. Dinya bûye wekî gundekî mezin; kêm zêde her kes bi rewşa hevûdu dizane. Kî girîngiyê dide xwendinê û kî nadê; kî zana ye kî li paş maye li ber çavan e.

Wekî ku me li jor jî anîbû ziman; xwendin nayê wateya başbûnê. Belê îro ro hemû deriyên zanebûnê bi kilîda xwendinê vedibin. Ew ên ku dixwînin dê ji yên ku naxwînin zanatir û yên ku naxwînin dê ji yên ku dixwînin nezantir bin.
Pêşiyên me jî beleheq negotine:
“Nezan ji zaliman xerabtir in!”