25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtî bi grevê dikevin sala nû

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, berdewam dike. Çalakiya ku ji aliyê komên nû ve tê domandin û di hefteya 4’emîn de ye.

Girtiyan, diyar kir ku sedema binpêkirina mafên li girtîgehan tecrîda li ser Ocalan e. Xizmên girtiyan jî anîn ziman ku daxwazên girtiyan daxwqazên wan in û bang kirin ku ji çalakiyên greva birçîbûnê re bibin deng. Serhat Karsû yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne, bi axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re, ragihand ku ew ê jî bikeve çalakiya greva birçîbûnê.

Erkan Tamîr ê piştî 3 salan beriya 2 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakrana Îzmîrê hatibû berdan jî diyar kir ku armanca çalakiya greva birçîbûnê ya bingehîn, şikandina tecrîdê û azadbûna Ocalan e. Tamîr xwest hemû kes piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan.

Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altun a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandiraya Kocaeliyê girtî ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Ger daxwaz bi cih neyên…

Girtî Sertaç Kiliçaslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dimîne û nêzî 15 sal in girtiye, diyar kir armanca çalakiya wan a greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ji bo azadiya Ocalan e û wiha got: “Ger daxwazên me neyên qebûl kirin, çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.”

Mehmet Kurt ê 49 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bunyan a Kayseriyê dimîne, di axaftina bi telefonê de ya ligel malbata xwe re, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Kurt, diyar kir ku mafên wan ên mirovî hemû ji destê wan hatine girtin

Girtî Vedat Sevîm, Cengîz Oner û Mahmût Yamalak ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bunyana Kayseriyê dimînin, weke koma 4’emîn çalakiya greva birçîbûnê didomînin.

Komên nû tevlê dibin

Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 5 girtî beşdarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bûn. Sutçu wiha got: “Em li girtîgehê 5 kes dimînin. Her hevalek me di komekê de cih digire. Piştî grevê sepanên kêfî yên girtîgehê zêde bûn. Rojnameyan nadin me.” Navê girtiyên ketine greve wiha ne: Omer Sîpek, Îbrhaîm Sutçu, Muhammet Hasan Îbîş ê ji Efrînê û Faîk Budak.

Mûsa Sertkal û Fehmî Arslan ên li dijî tecrîda Îmraliyê dê bikevin greva birçîbûnê, diyar kirin ku tecrîd dijminê aştiyê ye û heke daxwazên wan neyên pejirandin dê çalakiya xwe veguherînin rojiya mirinê.

Kînyas Ataman ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê girtî ye, bi telefonê ji malbata xwe re got ku bi Mehmet Yildirim re di greva birçîbûnê de ne. Ataman, destnîşan kir ku wê grevê dewrî Tekîn Çakmak û Halûk Ozek bikin.